ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2021
3 tebax, 2021   23:00

- Riyad El-Hefel diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên QSD'ê de li gel êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk xeteriyeke mezin çêdikin û bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî dosyaya DAIŞ'iyan û malbatên wan biryarên pratîkî bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Gitşî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kr ku naskirina Rêveberiya Xweser mafekî rewa ya pêkhateyên herêmê ye û divê civaka navneteweyî vê rêveberiyê nas bike. El-Mihemed her wiha got, ev rêveberî ji aloziya Sûriyê re çareserî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkiliyên Kurd û Ereban ku xwedî kokeke dîrokî ne, bi avakirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê re veguherê hevkariyeke stratejîk û li hemberî hemû êrişên ji derve û yên hundirîn, di yek xendeqê de têkoşîna hevbeş meşandin. (BI WÊNE).

- Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kontona Kobanê Emîne Mistefa diyar kir ku vekirina gorên şehîdan sûcekî şer e, divê dewleta Tirk li ser vê yekê were cezakirin. Her wiha banga eşkerekirina cihê veguhestina cenazeyên şehîdan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq got: "Êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojhilatê bajarê Babê delîlê binkeftina dagirkeriyê di pêkanîna destkeftiyan li ser erdê de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Yekîneyên Parastina Gel û gerîlayên HPG û YJA Starê rê nedan ku civaka Êzidî rastî komkujiyên din were û bi sedhezeran Êzidî ji mirinê rizgar kirin. Yek ji fermandarên YPG`ê û berpirsekî navenda ragihandina YPG`ê di salvegera 7`emîn a fermana 73`an de hûrguliyên rizgarkirina Êzidiyan ji DAIŞ`ê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo diyar kir ku, bersiva herî guncaw a li dijî komkujiyên li dijî Êzidiyan rêxistinkirina Êzidiyan e û got, “Li gorî destûra Iraqê, Rêveberiya Xweser mafekî rewa ya Êzidiyan e û hêzên wê jî hêzên rewa ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Nivîsgeha Jinan a MSD'ê têkildarî pirsgirêkên çîna ciwanan û rêbazên çareseriyê, panelekê li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Îro salvegera yekemîn a teqîna li bendra Beyrûtê ye ku di encamê de zêdetirî 200 kes hatin kuştin û ziyaneke mezin gihişt paytextê. Tevî ku salek derbas bû jî lê hîna pirs li ser jinûve avakirinê û muhasebekirina kesên li pey teqînê xwe didin der. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Fadil Mûsa bêdengiya navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li dijî gerîla de, rexne kir û got ku girînge Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  li biryara xwe ya têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî û cezakirina aliyên ku bi kar tînin, xwedî derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dema ku em roja 3’yê Tebaxê pêşwazî dikin, destên me dilerizin, dilê me disoje û hevok di devê me de zûha dibe. Her wiha di fikirandina wê rojê de, jiyan xwe dide sekinandin û tenê qêrîna civaka xwe yê Êzidiyê di dilê xwe de hîs dikin.

ANHA