Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir

Ciwanên Şoreşger ên Reqayê bi meşekê fermana li ser Şengalê şermezar kir û şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger ên Reqayê fermana li Şengalê şermezar kir
3 tebax, 2021   20:28
REQA

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê  meşeke girseyî bi boneya salvegera 7'an a fermana 3'yê Tebaxê ya li ser civaka êzidî ya Şengalê hate lidarxistin. Meş ji çerxerêya El-Neîm ber bi stada Eswed ve dest pê kir.

Di meşê de diruşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina komkujiyê hatin berzkirin.Meş li stada Eswed vegerî mîtîngê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û bi navê ciwanên şoreşger daxuyaniyek hate xwendin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Kewser El-Elî daxuyanî xwend û got: "Destpêkê em komkujiya ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê kiriye şermezar dikin. Her wiha hevkariya hikumeta Barzanî, vekişîna hêzên xwe ji Şengalê û hiştina êzidiyan li beramber komkujiyê şermezar dikin."

Kewser El-Elî îşaret bi berxwedana HPG, YPJ û YPG’ê li hember DAIŞ’ê kir û diyar kir ku van hêzan êzidî ji pencên çeteyan xilas kirin.

Kewser El-Elî bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiya li dijî civaka êzidî nas bike û xweseriya Şengalê qebûl bike.

Her wiha Kewser El-Elî bang kir ku tevahiya kir ku tev li tevgerên azadîxwaz ên sivîlan diparêzin, bibin.

Stada Eswed yek ji nuqteyên ewlehî ya herî xurt li gel rêxistina DAIŞ’ê bû û bi nuqteya 11’an dihat naskirin. Li vê stadê sûc û kiryarên firotina jinên êzidî dihatin kirin û wekî mezintirîn girtîgeha DAIŞ’ê dihat naskirin.

(fr)

ANHA