Topbarana li ser gundê Merenaz ê Şerayê dewam dike

Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, dewam dike.

Topbarana li ser gundê Merenaz ê Şerayê dewam dike
3 tebax, 2021   13:14
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji piştî nîvro ve gundên Merenaz û Elqemiyê yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dike.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, topbarana li dijî Merenaz hîna dewam dike.

têkildarî encamên topbaranê, ta vê kêliyê agahiyên zêdetir negihaştine ber dest.

ANHA