Ciwanên Minbicê êrişa li dijî goristanên şehîdan li Efrînê şermezar kirin

Ciwanên Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet vekirina gorên şehîdan li Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van sûcan bêdeng nemîne.

Ciwanên Minbicê êrişa li dijî goristanên şehîdan li Efrînê şermezar kirin
30 tîrmeh, 2021   10:16
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Di 14’ê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê goristaneke şehîdan li Efrîna dagirkirî vekir. Vê yekê şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî malbatên şehîdan bi hêrs kir.

Girêdayî mijarê gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyên cuda sûcên dewleta Tirk ên li dijî nirxên pîroz ên gelê herêmê şermezar kirin û xwestin ku komîteyeke navneteweyî ji bo eşkerekirina rastiyan biçe herêmê û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire.

‛FIKRÊ DEWLETA TIRK Û FIKRÊ DAIŞ’Ê YEK E’

Ciwanê bi navê Ebdo El-Cimêlî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Sûcên dagirkeriya Tirk berdewam in û civaka navneteweyî jî li hember van sûcan bêdeng e."

El-Cimêlî wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in û di vê dawiyê de jî gorên şehîdan vekirin."

El-Cimêlî da zanîn ku hurmeta miriyan û goristanan heye, ji vê sûcê diyar dibe ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê xwedî heman fikirî û rêgezê ne.

Ciwana bi navê Semer Hezorî jî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê sivîlan dikuje û diziyê dike lê belê êdî dest dirêjî goristanên şehîdan dikin û hurmeta miriyan binpê dike. Semer diyar kir ku ev sûc têkçûna dagirkeriyê ya li hemberî berxwedana gelên azad nîşan dide.  

Semer sûcê vekirina goristana şehîdan a li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar kir û bi sûcekî dermirovî bi nav kir.

Semer îşaret pê kir ku şehîdên li goristanê hatine veşartin di berxwedana li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Efrînê de şehîd bûne, niha jî dewleta Tirk bi vekirina wan goran û binpêkirina hurmeta miriyan tola xwe ji wan hiltîne.

Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Mihemed El-Hesen sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî bi giştî û vekirina goristana şehîdan li Efrînê bi taybet şermezar kirin.

El-Hesen wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide serweriya xwe li herêmê fireh bike ji ber wê hemû rê û rêbazên dijminane li dijî gelên herêmê bi kar tîne."

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beriya çend rojan têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû, tê de wesîqeyên şehîdên xwe û yên sivîlan ku li goristana ku dewleta Tirk a dagirker êrişî wê kiriye , eşkere kiribû.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_PyJ34P124g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>