Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Nasnameya 2 şehîdên HPG'ê ku di sala 1993'an û 1997'an şehîd bûbûn, eşkere kir. 

Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
25 tîrmeh, 2021   11:30
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, îro bi merasîmekê Nasnameya du şehîdên HPG`ê Mihemed Elî Emîn (Bawer) ku di sala 1993'an de şehîd bûye û Îsa Mihemed (Bawer) ku di sala 1997'an de şehîd bûbû, eşkere kir.

Merasîm li holê Îvan a navçeyê hat lidarxistin, bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Fatime Keleş axivî û destnîşan kir ku berxwedana HPG`ê li çiyayên Kurdistanê, ji bo Kurdistana azad a serbixwe ye.

Fatime diyar kir ku her du şehîdan Mihemed û Îsa di oxira parastina rûmeta gelê Kurd de şehîd bûn.

Piştre wesîqeta her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate berizkirin.

(dm)

ANHA