Şêxên eşîrên Dêrazorê piştgiriya bi QSD`ê re teqez kir

Şêx û rûspiyên Dêrazorê pişrast kir ku ew ê bi QSD`ê re bisekinin û banga girîngiya hevkarî û hevgirtina di navbera meclisên sivîl û leşkerî de kir da ku aramî û ewlehî li herêmê pêk were.

Şêxên eşîrên Dêrazorê piştgiriya bi QSD`ê re teqez kir
25 tîrmeh, 2021   11:40
DÊRAZOR

Şêx û rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser banga meclisa rûspiyan, bi fermendarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re civiyan.

Civîn li bajarê Hecînê hate lidarxistin. Şêx û rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, her wiha endamên meclisên herêmî û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa ewlehî û xizmetguzariyê li herêmê, rêbazên xurtkirina ewlehiyê û rewşa xizmetguzariyê, mijarên peydakirina ava vexwarinê û ava ji bo çandiniyê, di demeke ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, hatin nîqaşkirin.

Şêx û rûspiyên gundewarên Dêrazorê piştrast kir ku ew ê bi QSD`ê, meclisên leşkerî û hêzên Ewlekariya Hundirîn re bisekinin da ku aramî û ewlehiyê li herêmê, misoger bikin.

 Hevserokê Meclisa Sivîl a herêma Rojhilat a Dêrazorê Mihemed El-Imêrî ji ANHA`yê re da zanîn ku kordîneyeke mezin di navbera QSD`ê û meclisên herêmê de heye.

El-Imêrî destîşan kir ku fermandarên leşkerî piştrast kir ku xwestekên gel rewa ne û xeteke sor e ku divê nayên derbaskirin.

/kr/uploads/files/2021/07/25/114135_-.webp.

Her wiha Endamê komîteya xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a herêma Rojhilat Xelîl Hindawî El-Salih jî diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê dê ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê û pêşkêşkirina xizmetên pêwîst ji şêniyên Dêrazorê re bi QSD`ê re bin.

Paşê endamê eşîra El-Dawûd li Baxozê Zîb Xilêf Dawûd destnîşan kir ku di civînê de rewşa ewlehiyê li Dêrazorê hate nîqaşkirin û piştrast kir ku ew ê bi QSD`ê re bisekinin, destekê bidin wê û rêya şehîdan bişopînin.

El-Dawûd îşaret bi girîngiya hevkarî û hevgirtina di navbera meclisên sivîl û leşkerî de kir da ku aramî û ewlehî li herêmê pêk were.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J7_uMUMde1Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>