Dewleta Tirk 2 jin ji kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin

Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 2 jin ji gundewarê kantonê revandin.

Dewleta Tirk 2 jin ji kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin
25 tîrmeh, 2021   08:17
EYN ÎSA

Çavkaniya herêmî ragihand ku istîxbarata dewleta Tirk a dagirker bajarokên Silok û Turkman ên kantona Girê Spî dorpêç kir û piştre welatiya bi navê Emîne El-Hebîb (ji eşîra Teyî ya Ereban) ji bajarokê Silokê, her wiha welatiya bi navê Ebîr Hisên El -Îsa (ji eşîra El-Bo Esaf) ji bajarokê Turkman a kantonê, revandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku hêzên dagirker herdu jinên revandinî, birin baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a li Girê Spî  û heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Sûcên dagirkeriya Tirk li kantona dagirkirî hîn jî didome. Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re eşkere kiribûn ku jinên kantonê di zindanên li kantonê de hatibûn îşkencekirin.

(dx)

ANHA