Komîteyên danûstandinan û hikumeta Şamê li Derayê gihaştin lihevkirinê

Piştî 28 rojan ji dorpêçkirina Dera El-Beled, komîteyên danûstandinan û hêzên hikumeta Şamê gihaştin lihevkirinekê.

Komîteyên danûstandinan û hikumeta Şamê li Derayê gihaştin lihevkirinê
25 tîrmeh, 2021   08:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama danûstandinên di navbera komîteyên danûstandinan ên Derayê û hêzên hikumeta Şamê de, her du alî gihaştin lihevkirinekê da ku li Dera El-Beled hêza leşkerî neyê bikaranîn. Her wiha li ser mekanîzmeya pêkanîna lihevkirinê ya li ser qonaxan li hev kirin, ku ji şeva borî ve ket mertiyetê. Li gorî lihevkirinê, dê şêniyên Dera El-Beled çekên sivik radest bikin, dê hêzên hikumetê jî kiryarên provokatîv rawestînin.

Di roja duyemîn de, dê çekên ferdî bên veşartin. Di roja sêyemîn de jî komîteyeke lihevkirinê ji benda kontrolê ya Seraya re tevî komîteya Dera wê derbasî bajêr bibe da ku rewşa 135 kesên ku hikumet wan dixwaze, çareser bikin.

Her wiha di roja çaremîn de, dê hêzeke ewlekariyê derbas bibe da ku cihên 3 bendên kontorlê yên li ser li hevkirine hilbijêre.

Di roja pêncemîn de jî wê hêzên hikumeta Şamê vekişin nuqteyên xwe û hemû rêyên ku digihêjin Dera El-Beled bên vekirin.

Ev yek piştî 28 rojan ji dorpêçkirina Dera El-Beled û dortengkirina li şêniyên wê, pêk tê.

Eşîrên herêma Dera El-Beled beriya çend rojan bi rêya civîna nûnerên xwe ya bi komîteya navendî ya Horanê re, daxwazên serokê şaxê elwekariya leşkerî yê parêzgeha Derayê red kiribûn û wekî hewldana têkbirina îstiqrara li herêmê hesibandibûn. Li gorî çavkaniyan, serokê şaxê ewlekariya leşkerî ya Derayê gelek daxwaz şandibûn ji eşîran û komîteya navendî ya Horanê re û ji wan xwestibû ku kesên ku hikumet wan dixwaze radest bikin an wan bişînin bakurê Sûriyê, yan jî dê hikumet dest bi operasyoneke leşkerî bike. her wiha daxwaz kiribû ku 4 nuqteyên leşkerî yên dayîm li Dera El-Beled û derdorê wê bên avakirin.

(cx)