Gerîlayên azadiyê li helîkoptereke dagirkeran da

Gerîlayên azadiyê li Werxelê ya girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rêbazeke teknîka taybet li helîkoptereke dagirkeriya Tirk da. Helîkoptera dagirkeran neçar ma ku ji qadê bireve.

Gerîlayên azadiyê li helîkoptereke dagirkeran da
24 tîrmeh, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk ji şeva 22’yê Nîsanê û vir ve bi helîkopteran devera Werxelê ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike. Hêzên gerîlayan bi rêbazeke taybet a tekînkî helîkopter kirin hedef. Helîkoptera ku di çalakiya gerîla de derb xwar neçar ma ku ji qadê bireve.

Li aliyê din cih bi cih dengê şer û teqînan tê bihîstin, agahî tê ku tevgera li herêmê jî dewam e.