Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm di semînerekê de diyar kir ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser pêwîstî bi avakirina yekîtiya kurda heye, lewma divê şerê navxweyî û birakujî di nava Kurdan de bibe xêza sor.

Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e
Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e
Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e
Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e
Nesredîn Îbrahîm: Ji bo parastina Rêveberiya Xweser yekitiya kurdan pêwîst e
18 tîrmeh, 2021   19:21
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê (PDK-RK), îro li hola Zana ya li bajarê Qamişlo semînereke bi dirûşma “Danûstendinên kurdî-kurdî  ber bi kur ve diçe?” li dar xist.

Endamên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), rewşenbîr û nivîskarên Kurd beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîka Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm ve hat dayîn. Îbrahîm di destpêka semînerê de rewşa Sûriyê nirxand û got: " Aloziya ku îro li Sûriyê tê jiyîn ancax bi destûreke demokratîk ku tevahî pêkhateyên Sûriyê cihê xwe tê de bigirin were çareserkirin, sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îtîrafê bi hemû ziman û pêkhateyên herêmê dike. Dê projeya wê jî bibe nimûneyeke ji bo Sûriyeke nenavendî. Ev rêveberî li hember gelek hêzên terorîst rawestiya, ji 2012`an ve heta niha, DAIŞ`ê û El-Qaîdê di herêmê me de rûxand.”

Îbrahîm da xuyakirin ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser pêwîstî bi avakirina yekitiyeke kurdî heye, da ku mafê gelê Kurd her wiha hemû pêkhateyên herêmê bê parastin û wiha got: “Pêwîs te danûstendinê ENKS û PYNK`ê bi serî bibe da ku jiyaneke wekhev û bi rûmet pêk bê. Her wiha wê pirsgirêka di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bê çareserkirin. Di heman demê de ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê jî wê zemîneke ava bibe.”

Îbrahîm destnîşan kir ku di raya giştî ya navdewletî de tê zanîn ku heke danûstendinên ENKS`ê û PYNK`ê bi serî bibe ew ê rê li ber çareserkirina tevahî aloziyên Sûriyê veke.

Îbrahîm da zanîn ku divê gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî pirsgirêk û nakokiyên xwe bi rêya diyalogê ji holê rakin û wiha got: “Divê şerê navxweyî û birakujî di nava Kurdan de bibe xêza sor.”

Nesredîn Îbrahîm di mijarê hevdîtinan de got: “ENKS`ê şêwazê hilbijartinê di beşdarbûna Rêveberiya Xweser de qebûl nekir û şert kir ku divê ev şêwaz piştî salekê ji îmzekirina wan ji hevpeymanê re bê dayîn.”

Îbrahîm bal kişand ser geşedanên dawî yê danûstendina di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de û got: “Ji 5`ê Cotmeha 2020`an ve hevdîtin hatine rawestandin. Dibe ku di mehên pêş me de danûstendin bên berdewam kirin.”

(sb)

ANHA