Luqman Ehmê: DAIŞ û hêzên herêmî ji girtina dergeha Til Koçer sûdê werdigirin

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê hişyarî da, ku dê DAIŞ û hêzên herêmî sûdê ji encamên aborî yên girtina dergeha Til Koçer bigirin.

Luqman Ehmê: DAIŞ û hêzên herêmî ji girtina dergeha Til Koçer sûdê werdigirin
15 tîrmeh, 2021   01:57
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Di 9`ê Tîrmehê de Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara dewamkirina girtina dergeha Til Koçer ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de, ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade kiribû, erê kir. Her wiha biryara dirêjkirina dema vekirina dergeha sînor ê Bab El-Hewa yê di navbera Tirkiyê û Idlibê de û yê di bin seweriya dewleta Tirk û komên çete yên di lîsteya terorê de, erê kir.

Tevî bangewaziyên Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ku mijara alîkariyên mirovî ji siyasetê cuda bikin jî, lê hêzên navneteweyî ew bangewazî paşguh kirin. Li gel girtina dergeha Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, dergeha yekane yê li herêmê anku Til Koçerê girtî hiştin.

Hemwextî biryara navneteweyî, hemleyeke reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweser li hundir dest pê kir û dewleta Tirk gefa dagirkirina herêmên din yên ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, xwar.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê got: “Rêveberiya Xweser ji zêdetirî salekê ji dema girtina dergeha Til Koçerê ve, hewl dide ku ev dergeh ji nû ve were vekirin. Di vî warî de li ser asta dîplomatîk gelek hevdîtin bi gelek dewletan re hatin çêkirin da ku projeyek der barê vekirina dergehan sînor de di Konseya Ewlehiyê de were pêşkêşkirin, ku ji ber vetoya Rûsya û Çînê hatibû girtin. Lê di encama bazarên ku beriya dengdanê pêk hatin de, ev dergeh girtî man. Ruxmî ku gelek dewletên di Meclisa Ewlehiyê de têkildarî vekirina dergeha El-Yerûbiyê xwedî helwestên erênî bûn, lê ev helwest li hemberî bazar û fişarên Rûsya û dewleta Tirk hatin guhertin.”

Ehmê wiha domand: “Li gel rewşa şer ku em tê re derbas dibin, dorpêça aborî û siyasî ku gelek alî hewl didin li ser herêmê ferz bikin, dergeha Til Koçer li hember van siyasetan damara sereke ya herêmê ye.”

Ehmê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûnê ve, pişta xwe neda aliyên derve, lê aliyên derve tenê hîmên hundirîn çi warên leşkerî yan jî aborî yan jî xizmetguzarî bûn alîkar. Ehmê girêdayî vê yekê wiha got: “Ji ailyê mirovî ve gelek kamp li herêmê hene û bi hezaran koçber û malbatên DAIŞ`ê tê de ne. Ji bo ku Rêveberiya Xweser bi erkên xwe yên li hemberî van kampan rabe pêwîstî bi destekeke navneteweyî heye.”

Ehmê di dewama nirxandinên xwe de wiha got: “Dergeha Til Koçerê dergeha derbaskirina dermanan ji herêmê re bû. Hin caran hikumeta Şamê derbaskirina dermanan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re qedexe dike. Lê xala bingehîn ew e ku ev dergeh dema dorpêç bi giştî li ser herêmê were fezkirin, ji bo Rêveberiya Xweser damara sereke ya herêmê ye ku derfetên heyî xurt bike û piraniya madeyên pêwîst ji herêmê re peyda bike.”

`HEWL DIDIN FIŞARÊ LI RÊVEBERIYA XWESER BIKIN'

Girêdayî armanca sereke ya girtina dergeha Til Koçerê Luqman Ehmê got: “Dewletên cîran û yên ku mudaxeleya Sûriyê dikin, naxwazin Rêveberiya Xweser xwedî biryareke serbixwe be. Bi rêya girtina dergehan sînor û dergehan hundirîn ên di navbera herêmên Sûriyê de hewl didin fişarê Ii Rêveberiya Xweser bikin da ku di mijara projeya xwe ya siyasî û demokratîk de berdêlan bide. Ew naxwazin Sûriyeke demorkatîk a nenavendî û pirrengî were avakirin.”

Ehmê wiha axivî: “Ev proje ne li gorî berjewendiyên hêzên ku mudaxeleya Sûriyê dikin. Ji ber wê li ser asta aborî, leşkerî, siyasî û heta dîplomatî şerê vê projeyê dikin. Ji bo Rêveberiya Xweser ev hewldanên wan diyar in. Ruxmî wê jî Rêveberiya Xweser di hewldana xwe ya ji bo hebûna deriyeke fermî û vekirî li gel dewletên cîhanê berdewam e. Lê siyasetên wan dewletan ku berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin, nahêlin ev dergeh werin vekirin.”

Ehmê piştrast kir ku Rêveberiya Xweser dixwaze pişta xwe bide xwe û ji destpêkê ve vê siyasetê dide meşandin, heke alîkarî yan jî destekek navneteweyî jê re hat pêşkêşkirin, wê ji bo Rêveberiya Xweser alîkariyek be.

`RÊVEBERIYA XWESER XEBATÊN XWE DI WARÊ DÎPLOMATÎK DE DIDOMÎNE`

Ehmê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê xebatên xwe yên li ser asta dîplomatîk bidomîne heta karibe vê biryarê careke din di ber çavan re were derbaskirin û helwestên navneteweyî têkildarî vekirina dergeha Til Koçerê diyar bin.

Ehmê astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin wiha rêz kirin: “Gelek astengî hene, li bakur dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe. Li başûr jî hêzên ku mudaxeleya Sûriyê dikin vê hewldanê jî dikin. Helwesta hikumeta Şamê jî diyar e ku ew naxwaze ev projeya demokratîk li şûna wê bibe alternatîf.”

Der barê helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî biryara girtina dergeha Til Koçerê de Ehmê ev nirxand kir: “Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyê ev biryar bi erênî nirxand. Em matmayî man. Çawa biyara vekirina deriyekê bi erênî dinirxîne ku derfetê dide komên terrorist ku têkiliyên xwe bi derve re bidomînin. Ruxmî ku ew armanc dikin beşek ji Sûriyê tev li dewleta Tirk bikin. Di heman demê de jî girtina deriyekî sînor bi erênî dinirxîne ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav bike ruxmî ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve yekitiya axa Sûriyê parast û hîna diparêze. Her wiha banga guhertina pergala heyî dike da ku hemû pêkhateyên Sûriyê mafên xwe bi dest bixin. Ev durûtî pirsekê dide pêş, gelo çawa hikumeta Şamê vekirina deriyekî sînor li herêmeke dagirkirî bi erênî dinirxîne ruxmî ku di bin serweriya terorîstan de ye?.”

`LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEYÎ JI BO QEBÛLKIRINA TERORÎSTAN Û REDKIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK LI HERÊMÊ`

Ehmê bal kişand ser durûrtiya pîvanên navneteweyî di mijara danûstandina bi dosyayên mirovî re û got: “Tişta ku mirov matmayî dihêle ew e ku milîsên li wê herêmê di lîsteya terorê ya NY`yê de ne. Ruxmî wê jî wek aliyeke fermî dan û standin pê re tên kirin. Ev nîşan dike ku lihevkirineke navneteweyî li ser qebûlkirina terorîstan û redkirina projeya demokratîk a herêmê heye.”

Ehmê di berdewama axaftina xwe de got: “Nakokiyek di helwesta hikumeta Şamê û helwesta Rûsyayê ya têkildarî vekirina dergeha Bab El-Hewa û tawanbarên wê yên li dijî Rêveberiya Xweser ku cudabûnê dixwaze de heye. Ji ber ku Rûsya û heta rayedarên rûs di hevdîtinên xwe yên li gel rêveberiyê de dibêjin ev proje yekitiya Sûriyê esas digire, mafên pêkhateyên gelê Sûriyê di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Asûr di Sûriyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî de  diparêze û wekheviyê misgor dike. Ji ber wê pergalên li Rojhilata Navîn û heta yên siyaseta navneteweyî kontrol dikin ji vê projeyê ne rihet in.”  

Ehmê piştrast kir ku rêya herî guncew a ji bo derbaskirina bandora girtina dergeha Til Koçer, bikaranîna derfetên xweser e û wiha domand: "Em ê careke din bi derfetên xwe yên xweser aboriya xwe ava bikin. Em ê hewl bidin di vî warî de desteka raya giştî bigirin da ku derfetên xwe yên heyî xurt bikin û ji nû ve dest pê bikin û herêmên me li Sûriyê careke din bibin herêmên aborî û xwarinê."

`JI BO BERDEWAMKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ DESTEKA NAVNETEWEYÎ PÊWÎST E`

Ehmê helwesta Rûsyayê ya li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û got: “Ji destpêka girtina dergeha Til Koçerê ve helwesta Rûsyayê diyar bû dema veto bi kar anî. Rûsya derfetan bi kar tîne û gav bi gav digihêje armanca xwe. Êdî ev siyaseta wê û siyasetên dewletên din ji bo me eşkere bûne. Em hewl didin sûdê ji van siyasetan bigirin, ji ber ku em nikarin biguherînin. Rêveberiya Xweser xwedî rêgezeke sabît e, ew jî parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê esas digire. Ji bo parastina vî gelî, QSD`ê pêngavên leşkerî li dijî DAIŞ`ê li dar xistin. Heta ku di destpêkê de destekeke navneteweyî hebû jî lê me gelê xwe parast û DAIŞ`ê tune kir. Ev yek xizmeta berjewendiyên dewletên din kir ku bi xeteriya DAIŞ`ê re rû bi rû mabûn. Me hêvî dikir ku li gel ku me bi hev re DAIŞ`ê tune kir dê bi hev re li dijî wê têbikoşin. Yek ji rêbazên têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ`ê jî, ew e ku deriyekî sînor li herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê vekirî hebe heta ku alîkariyên mirovî û derman bigihêje herêmê.”  

Her wiha Ehmê helwesta DYA`yê bi awayekî neyekser rexne kir û got: “Me hêvî dikir ku hevalbendên me, em nexistibana bin fişar û bazarên hikumeta Şamê. Lê siyaseta navneteweyî ya ku cîhanê bi rêve dibe wiha ye. Em beşek ji vê cîhanê ne ku berjewendiyan esas digire û pîvanên ku bi şev û roj banga wê dike paşguh dike.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê îşaret bi hembûna nakokiyan di navbera projeyên ku li Sûriyê têne meşandin de kir û wiha got: “Rûsya dewleteke federal e lê qebûl nake ku Sûriyê jî bibe dewleteke federal an jî nenavendî. Lê aliyên din jî ên ku bi şev û roj banga demokratiyê, mafên mirovan û azadiyê dikin, lê berjewendiyên xwe li hemberî  rêgez û pîvanan, esas digirin. Em realist in û vê siyasetê fêm dikin. Em hewl didin aramiyê li vê herêmê peyda bikin û destkeftiyan biparêzin ku gelê me bi xwîna xwe bi dest xistin. Em dixwazin Sûriyekeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin.”

Ehmê pêwîstiya berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ`ê piştrast kir û wiha dewam kir: “Me bi hev re bi pêşengiya QSD`ê DAIŞ`ê tune kir. Divê em bi hev re şerê encamên tunekirina wê bikin. Gelek malbatên DAIŞ`ê li kampa Holê hene. Pêwîstiya bi deh hezaran çeteyên terorîst bi bernameyên ji nû ve perwerdekirinê heye da ku careke din tev li civakê bibin. Derfetên Rêveberiya Xweser jî ji bo vê yekê kêm in. Gelek girtiyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne. Beyî alîkariya navneteweyî derfetên Rêveberiya Xweser têrê nake ku wan di girtîgehan de bihêle. Li rex wê jî koçber û penaber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.”

Ehmê hişyar da ku heke destekeke navneteweyî ji Rêveberiyê Xweser re nehat pêşkêşkirin, dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin wê sûdê ji pêwîstiya wan çeteyan a peydakirina debara jiyanê bigirin û careke din ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên li herêmê bi kar bînin û wiha dewam kir:"Hemû vê yekê dizanin ku dewletên cîran û heta yên herêmî ne tenê ji bo têkbirina projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, wan çeteyan dişînin Lîbya û Efganistanê."

Ehmê di dawiyê de piştrast kir ku ji bo tunekirina hawîrdora ku terorîstan ava kir, ji bo ku Rêveberiya Xweser ji nû ve binesaziya herêmê ava bike û aboriya wê bi derfetên xweser ji nû ve dest pê bike, divê civaka navneteweyî desteka pêwîst pêşkêş bike bi taybet di warê koçber û penaberan de.

(şx)

ANHA