El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê navên 24 wezîran pêşkêşî serokê Ewn kirin

Serokê erkdarkirî yê ji bo avakirina hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî got: "Min ji bo avakirina hikumetê navên 24 wezîrên pispor pêşkêşî serok Mîşêl Ewn kirin, ew jî li gorî însiyatîfa Fransa û însiyatîfa serok Nebîh Berî."

El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê navên 24 wezîran pêşkêşî serokê Ewn kirin
14 tîrmeh, 2021   15:25
BEYRÛT

Berêvara îro, serokê Lubnanê Mîşêl Ewn bi serokê erkdarkirî Seed El-Herîrî re li qesra Bebeda civiya.

Piştî hevdîtinê, El-Herîrî wiha got: "Min ji bo avakirina hikumetê û li gorî însiyatîfa Fransa û însiyatîfa serokê parlamentoyê Nebîh Berî, navên 24 wezîrên pispor pêşkêşî serok Mîşêl Ewn kirin. Li gorî min ev hikumet dikare welat ji hilweşînê rawestîne. Her wiha ez bi hêvî me ku serok Ewn sibe bersivekê bide, da ku em hikumetê ava bikin û dema rastiyê hatiye."

(fr)