‛Divê qatilên Aye û Eyde li gorî qanûnî werin muhasebekirin’

Koordînatorên Jin di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got divê sûcdarên ku ew her du zarok Aye û Eyde qetil kirin, werin darizandin.

‛Divê qatilên Aye û Eyde li gorî qanûnî werin muhasebekirin’
10 tîrmeh, 2021   14:24
REQA

Têkildarî wê yekê, daxuyaniyek li pêş avahiya Rêveberiya Xweser li Reqayê hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona Jin a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro ve bi beşdarya bi dehan jinan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Jin bi salan e li dijî zihniyeta mêrdestiyê tê dikoşe û li ber xwe dide ku azadî û mafên xwe bistîne. Lê hîna jî rastî tundiyê tê. Ji lew re em dibînin ku jin her tim jin serî li hember zilm û destpotiyê, paşguhkirin û înkarkirina hebûna xwe radike.

Ji destpêka 2021’an ve li gorî rewşên belgekirî dozên tundiya li dijî jinan zêde bûn. Bi wê re serjimariya rewşên tundiya li dijî jinan ji destpêka 2021’an heta îro ve hate çêkirin û li gorî wê rewşên tundiyê ji qetilkirin, lêdan, destdirêjî, gefên qetilkirinê, destavêtin, zewaca temenbiçûk, pirzewaxî, gotinên xerab, xwekujtin, tecawîzkirin gihaşt 657. Lê rewşên tundiyê yên cihê bi cihê 666 e.

Divê tevahî saziyên têkildarî dozên jinan ked bide ku jinên di civakê de zana bikin û xwe bigihînin her jinekê di hundirê mala wê de da ku bizanin çi astengî li pêş wan hene, zana bikin, maf û erkên wê bi wê bidin nasîn.

Em bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku girîngiyê bidin rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rêveberiya Xweser bi taybet. Em bang li rêxistinên jinan ên li tevahî cîhanê û jinên azadîxwaz li hundir û derve dikin ku li dijî sûcên li ser jinan bibin yek."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zT-GH5veVAI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>