Li rojhilatê Dêrazorê ciwanek kuştî hat dîtin

Şêniyên bajarokê El-Cerzî yê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî dîtin.

Li rojhilatê Dêrazorê ciwanek kuştî hat dîtin
10 tîrmeh, 2021   12:26
 DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, ciwanê ku bi guleyan hatiye kuştin bi navê Mihemed Xelîl El-Hemed e û cenazeyê wî li derdorê bajarokê El-Cerzî hatiye dîtin.

Nûçegihana me li gorî şêniyên bajarok diyar kir ku kesên nenas ciwanê navborî kuştine û cenazeyê wî avêtine çolistanê.

(cx)

ANHA