Xwepêşandêrên Minbicê: Em li hember zihniyetên desthilatdar dengê xwe bilind dikin

Li bajarê Minbicê xwepêşandêran tundiya li dijî jinê şermezar kir û got, divê dengê xwe li hember zihniyet û sîstemên desthilatdar ku jin ji ber wan zehmetiyan dikşînin, bilind bikin.

Xwepêşandêrên Minbicê: Em li hember zihniyetên desthilatdar dengê xwe bilind dikin
10 tîrmeh, 2021   11:53
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê îro li dijî tundiya ku li dijî jinê tê meşandin meşek lidar xist. Her wiha êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasin Minbicê, şermezar kir.

Şêniyên bajêr, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl, saziyên jin û partiyên siyasî li Minbicê tev li meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Mîzan a rojavayî Minbicê dest pê kir û ber bi qada giştî ve çû. Di meşê de ala Kombûna Jinên Zenûbiya, Yekitiya Jina Ciwan û pankartên "Yekitiya gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe dê tolê ji terora dewleta Tirk rake" hatin hildan.

Meş li qada giştî veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Zerîfa Xelo wiha axivî: "Dewleta Tirk heta van kêliyan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike."

Zerîfa wiha domand: "Dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk naxwaze, ji ber ew sîstema desthilatdar ku gelan diçewisîne esas digre."

Her wiha Zerîfa Xelo tundiya li dijî jinan û sûcê kuştina keça biçûk Eyde El-Seîdo şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Ma gelo rêxistinên mafên jinan ji van sûcan li ku derê bûn.?"

Paşê Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya li Minbicê Nesrîn El-Elî wiha got: "Em îro li vir kom bûne da ku dengê xwe li hember zihniyet û sîstemên desthilatdar ku jin ji ber wan û ji ber urf û adatên paşketî zehmetiyan dikşîne, bilind bikin."

Her wiha Nesrîn El-Elî piştrast kir ku di salên borî de jinan hebûna xwe îsbat kir, gavên ber bi çav di hemû aliyan de avêt, bû xwedî zanist, fikir û helwest, ji ber wê jî wê dikujin.

 (bx)

ANHA