Kombûna Jinên Zenûbiya nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir

Kombûna Jinên Zenûbiya îro nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir da ku jinan perwerde bike û hemû cûreyên tundiya li dijî wan, bidawî bike.

Kombûna Jinên Zenûbiya nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir
10 tîrmeh, 2021   10:19
MINBIC

Bi dehan endamên sazî û komîteyên jin li Minbicê beşdarî vekirina nivîsgehê bûn. Di vekirina nivîsgehê de, Kombûna Jinên Zenûbiya daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya Fadiya Resûl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di dema sîstemên desthilatdar de têkoşîna jinan bi berxwedan û azadiya li ser rûyê erdê ve hate girêdan û ev jî bi rêya hevgirtin û yekitiya jinan ve hate diyarkirin.

Kombûa Jinên Zenûbiya di daxuyaniya xwe de vekirina nivîsgeha xwe I bajarê Minbicê û gundewarên wê ragihand û piştrast kir ku ew encama têkoşîna şoreşa jinê ye û dê bibe lêvegerke ji hemû jinan re, wan zane bike û hemû cûreyên tundiyê li dijî wan bidawî bike.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad, bidawî bû.

Kombûna Jinên Zenûbiya di 1`ê Hezîranê de li bajarê Reqayê hate ragihandin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/71LdLj66JRc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>