Şêxên eşîrên Reqayê sûca li dijî Eyde El-Seîdo şermezar kirin

Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê sûca li dijî zaroka bi navê Eyde El-Seîdo şermezar kir û piştrast kir ku sûcên li dijî jinan pêk tên, hewldanên têkbirina civakê ye.

Şêxên eşîrên Reqayê sûca li dijî Eyde El-Seîdo şermezar kirin
7 tîrmeh, 2021   11:18
REQA

Bu dehan şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê li pêşiya navenda Meclisa Sivîl a Reqayê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re dan. Di daxuyaniyê de, bang li Dîwana Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin cezayên herî giran li ser sûcdaran ferz bike.

Daxuyanî ji aliyê nûnerê eşîrê El-Şibil Emar El-Hamî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şênî, rûspî û şêxên eşîrên Reqayê sûca ku li bajarê Hesekê ku di encamê de keçeke biçûk bû qurban, şermezar dikin.

Di daxuyanê de hat diyarkirin ku ev sûc li dijî civak, mirovahî, kevneşopî û rêgezên ola îslamî ne.

Di daxuyaniyê de bang li Dîwana Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku rê li ber van sûcan bigire û cezayên herî giran li dijî sûcdaran ferz bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r9l29zguCQw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>