Bavê Rizgar: Kurê min ne li Avaşînê jiyana xwe ji dest da

Bavê endamê “Leşkerên Roj” Rizgar got kurê wî ne li Avaşînê, lê belê dema ku çeka xwe paqij dikir bi şaştî gule li xwe xistiye û jiyana xwe ji dest daye.

Bavê Rizgar: Kurê min ne li Avaşînê jiyana xwe ji dest da
7 tîrmeh, 2021   10:57
HESEKÊ

Ajansa me duh êvarê li gorî medeya Başûrê Kurdistanê nûçeyek li ser kuştina endamê “Leşkerên Roj” Rizgar Hisên belav kiribû, ku di dema beşdarbûna wî di êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yê Başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin.

Malbat Rizgar xwe gihand ANHA`yê û agahiyên li ser kurê wan hatine belavkirin derewand. Li ser wê yekê ajansa me bi bavê Rizgar, Ebdulîlah Hisên re hevpeyvînek çêkir.

Ebdulîlah Hisên got:“Kurê min Rizgar ku sala 2000`î hatiye dinê, beriya nêzî 6 mehan li gorî daxwaza xwe tev li “Leşkerên Roj” bû.”

Ebdulîlah Hisên dibêje ku 5`ê Tîrmehê xizmên wan ew agahdar kirin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Hisên wiha dewam kir: “Piştî em bi pey mijarê ketin, me piştrast kir ku Rizgar di dema nobetdariya xwe de li nuqteyeke Pêşmergeyan li Fîşxabûrê dema ku çeka xwe paqij dikir bi şaştî gule li xwe xistiye û jiyana xwe ji dest daye.”

Hisên diyar kir ku îdiayên li ser kuştina kurê wî Rizgar ne rast in û got beriya ku ti tawanbariyan der heqê wî de derxin divê lêkolîn û piştrast bikin. Hisên wiha domand: “Ez tu carî qebûl nakim ku zarokên min, an Kurdekî din çekê li hemberî birayên xwe yên Kurd rakin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Ebdulîlah Hisên sala 2017`an ji bajarê Hesekê koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.

(cx)

ANHA