Malbatên şehîdan: Divê em bi rihê 14`ê Tîrmehê yekîtiya kurdî ava bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firat daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da.

Malbatên şehîdan: Divê em bi rihê 14`ê Tîrmehê yekîtiya kurdî ava bikin
6 tîrmeh, 2021   12:32
KOBANÊ

Daxuyanî bi zimanê kurdî li  pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, bi beşdarbûn bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, hate gotin êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê bi destkdayîna herêmî û navnetewyî, berdewamiya Komployên navnetewyî ya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan di salên 1998-1999'an de ye.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku malbatên şehîdan bi rihê 14'ê Tîrmehê de destkdayîna gerîla dike û wiha hate gotin:" Em wek dayikên şehîdan hêvî dikin ku şerê birakujiyê pêk neyê û bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê yekitiya kurdî pêk were."

Di daxuyaniyê de, bang li aştîxwazan, dewletên ku banga demokrasiyê dikin, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz hate kirin ku dengê xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bilind bikin û serî hildin û rê li ber şerê birakujiya bigirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XNvvStM-Cow" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>