Îran danûstandinên bi Siûdiyê re erênî dibîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got welatê wî pêşwaziya diyaloga bi Siûdiyê re dike da ku encamên erênî bi dest bixin.

Îran danûstandinên bi Siûdiyê re erênî dibîne
6 tîrmeh, 2021   12:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve Seîd Xatîbzade got: “Divê rayedarên Siûdiyê zanibin ku Îranê her tim xwest ku welatên herêmê bi xwe aştî û ewlehiya herêma Kendavê biparêzin.”

Xatîbzade wiha lê zêde kir: “Ji bo bidestxistina encamên erênî, em her tim diyalogê pêşwazî dikin. Em danûstandinên bi Siûdiyê re erênî dibînin.”

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Reîbî jî got: “Tehran danûstandinên bi Siûdiyê re erênî dibîne."

 (cx)