Parêzerên Efrînê: Parêzvaniya dewleta Tirk kirin sûcekî îxanetê ye

Yekitiya Parêzerên Herêma Efrînê daxuyaniyên Ebulhekîm Beşar û Neir El-Herîrî yên dawîn şermezar kirin û bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyê kir ku li hemberî van daxuyaniyan bi berpirsiyariyên xwe rabin û siyasetên wan ên rewakirina dagirkeriya Tirk eşkere bikin.

Parêzerên Efrînê: Parêzvaniya dewleta Tirk kirin sûcekî îxanetê ye
5 tîrmeh, 2021   11:26
 ŞEHBA

Di 2`ê Tîremahê de endamê ENKS`ê îdia kiribû tu sûc li Efrînê tune ne. Beriya wê yekê jî, serokê “Îtîlafa Sûriyê” Nesir El-Herîrî daxuyanî dabû û bang li dagirkeriya Tirk kiribû ku herêmên Til Rifet û Minbicê jî dagir bike.

Bi dehan parêzerên herêma Efrînê li Kampa Serdem kom bûn û wêneyên komkujî û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk anîne, rakirin.

Endama Yekitiya Parêzerên Herêma Efrînê Roşîn Hido daxuyanî xwend û tê de wiha got:

 “Di demên dawîn de hin kesayetên wekî Nesir El-Herîrî hin daxuyanî dan û tê de bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Tevî ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê li herêmên dagirkirî bi giştî û li Efrînê bi taybetî hemû cureyên sûc, sûcên şer û qirkirina komî û sûcên dijî mirovahiyê pêk anîn.

Hin kesayet li ser ragihandinê derdikevin û bihaneyan ji binpêkirinên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê re dibînin û dibêjin ku li Efrînê binpêkirin tune ne. Yek ji wan kesayetan Ebdulhekîm Beşar e ku cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê ENKS`ê ye. Beşar gotibû ku artêşa Tirk û çeteyên wê tu binpêkirinan der heqê şêniyên Efrînê de pêk nayîne.

Kiryarên Ebulhekîm Beşar û Nesir El-Herîrî û parastina wan ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re, li gorî madeyên 264 û 270`ê yên qanûna cezayan a Sûriyê û madeyên din ên girêdayî îxaneta welat, wekî sûcê îxaneta li dijî gelê Sûriyê bi giştî tê hesibandin.

Wekî parêzerên herêma Efrînê em van daxuyanî û provoksayonan bi tundî şermezar dikin. Heke ENKS`ê der barê mijarê de tu helwestê nîşan nede, ew jî tevî Ebdulhekîm Beşar berpirsiyariya wan daxuyaniyan radike.

Em bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê dikin ku berpirsiyariya van daxuyaniyên li dijî gelê Sûriyê rakin û siyaset û hewldanên rewakirina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re eşkere bikin.”

(cx)

ANHA