Hiqûqnas: Yên ku sûcên dewleta Tirk rewa dikin, şirîkên dagirkeriyê ne

Hejmareke hiqûqnas û endamên saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê got, daxuyaniyên Îtîlafa Sûrî û ENKS'ê yên têkildarî sûcên ku li Efrînê têne kirin ne di cih de ne û îsbat dike ku di wan sûcan de cih digirin.

Hiqûqnas: Yên ku sûcên dewleta Tirk rewa dikin, şirîkên dagirkeriyê ne
4 tîrmeh, 2021   23:31
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Di navnîşana "Li Efrînê guhartina demografî û sûcên revandinê " Yekitiya Parêzerên Herêma Efrînê 3'yê Tîrmehê panelek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Di panelê de du mijar hatin şîrovekirin; guhertina demografî û revandinê li kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê tên kirin.

Têkildarî mijarê hejmareke beşdarên panelê ji ANHA`yê re axivîn.

Hiqûqnas û hevserokê Yekitiya Parêzerên Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa got: "Piştî ku zêdetirî 300 hezar welatiyên efrînî di Adara 2018`an de bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn, dagirkeriya Tirk bi hevkariya çeteyên terorîst hewl dide dagirkeriyê xurt bike, ji ber vê yekê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin da ku malbatên çeteyan û malbatên ku Tirkiye wan ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne lê bi cih bike."

Mistefa destnîşan kir ku hejmara avahiyên mêtîngeriyê yên ku li Efrînê hatine belgekirin, zêdetirî 18 avahiyan e. Her wiha diyar kir ku li aliyekî din jî malbatên Tirkumen li ser xeta sînor ê di navbera navçeya Şera û heta navçeya Bilbilê, Raco û Cindirêsê de bi cih kirin.

Mistefa da zanîn ku dagirkeriya Tirk û saziyên wê yên îstixbaratê û çeteyên sûrî, niştecihên resen ên Efrînê asteng dikin da ku bi darê zorê ji malên xwe derkevin û diyar kir ku ev jî bi desteka rêxistina "Afad" a tirkî û rêxistinên ku di bin navên mirovahiyê û xêrxwaziyê de kar dikin, mîna Qeter, Kuwêt û Ewropa pêk tê.

Mistefa ev li gotina xwe zêde kir: "Tevahiya rêxistinên ku li kantona Efrînê ya dagirkirî bi çavdêriya dagirkeriya Tirk de dixebitin mîna Eyadî Bedai, Eyş Bi Keremê û rêxistina Şam a Xeyrî ji pîvanên mirovahiyê dûr in."

Cibraîl Mistefa da zanîn ku sûcên li Efrînê pêk hatin, ji qetilkirin, revandin, desteserkirina mal û milkên sivîlan, talankirina şûnwaran, hilweşandina perestgehên olî yên tevahiya mezheb û olên li Efrînê, li gorî raporên navneteweyî, nexasim Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Taybet bi Efrînê, sûcên şer û sûcên qirkirina komî ya li dijî mirovahiyê hatin senifandin.

Der barê daxuyaniyên Îtîlafa Sûrî û ENKS`ê de Mistefa ev nirxandin kir: "Hîn jî ew kes parastina van sûcan dikin û rewa dikin."

 Mistefa îşaret pê  kir ku kesên parastina wan çeteyan dikin hevkarên sûcên li dijî sivîlan in.

Endama Yekitiya Parêzerên Efrînê hiqûqnas Roşîn Hido diyar kir ku guhartina demografiyê ya ku dewleta dagirker a Tirk li Efrînê dide meşandin, êdî ji bo raya giştî eşkere bûye û avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi armanca xurtkirina dagirkeriyê ye.

Rojîn Hido destnîşan kir ku raporên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û mirovî yên têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê têrê nakin û got, divê Tirkiyê ji ber kiryarên xwe werin muhasebekirin.

Roşîn daxuyaniyên cîgirê serokê Îtîlafa sûrî Ebdulhekîm Beşar ku dibêje sûc û binpêkirinê li Efrînê tunene, şermezar kir û got:" Îtîlaf di pêkanîna sûcan de hevkara dewleta dagirker a Tirk e."

Roşîn piştrast kir ku sûcên li Efrînê têne kirin, sûcên cidî û diyar in, her wiha rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê ev sûc belge dike û ji rêxistinên navneteweyî, komîteya şopandina rastiyên taybet bi Sûriyê û rêxistina Efûya navneteweyî re dişîne.

Li aliyekî din jî endamê Saziya Civaka Sivîl a Herêma Efrînê Nûrî Hesen bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê û guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta dagirker Tirk hewl dide bi rêya van kiryarên Kurdan qir bike û berjewendiyên dewleta Osmanî zindî bike.

 (eh)

ANHA