PYNK: Îdiayên Ebdulhekîm Beşar dagirkirina Efrînê rawa dikin

PYNK’ê îdiayên Ebdulhekîm Beşar ên der barê sûc û binpêkirinên li dijî gelê Efrînê de şermezar kirin û anî ziman ku ev îdia dagirkirina Efrînê rewa dikin û piştrast kir ku kampên li Şehbayê bersiva îdiayên wî didin.

PYNK: Îdiayên Ebdulhekîm Beşar dagirkirina Efrînê rawa dikin
4 tîrmeh, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ên ku dibêje binpêkirin û sûc li dijî gelê Efrînê pêk nehatine, red kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Gelek dezgehên çapemeniyê dîmenek ku tê de yek ji rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) nûnerê Meclisa Nîştimanî ya Kurdî û cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar di hundirê holeke li Hewlêrê ya paytexta Başûrê Kurdistanê de sûc û binpêkirinên ku li dijî gelê Efrînê red dikin, belav kirin.  Her wiha Beşar tiştê li Efrînê diqewime wek derew bi nav kir û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi binpêkirinan sûcdar kir.

Em wek Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî ji helwesta Ebdulhekîm Beşar matmayî man. Ev helwestên Ebdulhekîm Beşar ên dubarekirî, dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û doza wan."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PYNK sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên li dijî gelê Kurd dibîne ku armanc jê kesên ku li Efrînê mane jî koçber bikin û êdî ev yek ne veşartî ye û wiha hate gotin: “Tevahî sûc ji aliyê rêxistinên navneteweyî û herêmî yên têkildar ve hatin belgekirin. Li aliyekî din hewldanên Ebdulhekîm Beşar ku van rastiyan pûç bike tu tiştî di vê rastiyê de naguherîne, her wiha kampên Şehba û kampên herêma Başûrê Kurdistanê, tax, bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên tijî şêniyên Efrînê, bersiva van îdiayên Hekîm Beşar in.

Em piştrast dikin ku mafê şêniyên Efrînê heye ku vegerin bajar û gundên xwe û jiyaneke birûmet û ewle bidomînin. Her wiha divê hemû komên çete yên tundraw ên ku dewleta Tirk destekê dide wan, ji herêmê derkevin û tevahî koçberên sûrî vegerin cihên xwe yên resen."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku em wek PYNK van helwestan red dikin, lê ev helwest bi xwe re gelek pirsnîşanan derdixin holê. Em bang li PDK-S û ENKS'ê ku şirîkê diyaloga kurdî-kurdî ye ku helwesta xwe der barê van kiryaran de zelal bike. Li aliyekî din em wek PYNK pabendbûna xwe bi diyaloga kurdî-kurdî re piştrast dikin."

(dx-dm)

ANHA