Rêveberiya Xweser: Rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî cuda bikin

Rêveberiya Xwesrer bang li civaka navneteweyî û NY`yî kir ku rewşa mirovî û berjewendiyên siyasî yên hin welatan ji hev cuda bikin û bi rêya vekirina dergeha Til Koçer, gelê ku hatiye dorpêçkirin rizgar bikin.

Rêveberiya Xweser: Rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî cuda bikin
4 tîrmeh, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî dorpêça li ser herêmê û girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê), daxuyaniyek da raya giştî.

Dergeha Til Koçer duyemîn mezintirîn dergehên sînorî yên di navbera Sûriye û Iraqê de ye û li bakur Rojhilatê Sûriyê bi qasî 90 km dûrî bajarê Qamişlo dikeve.

Di Tîrmeha îsal de dema ku aliyên navneteweyî ji bo bikaranîna dergeha Bab El-Hewa ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re dane, bi dawî dibe. Piştî ku Rûsya û Çînê sala borî di meclisa ewlehiyê de mafê veto bi kar anîbûn û ji ber wê yekê bikaranîna dergehên li Sûriyê ji bilî dergeha Bab El-Hewa, hate qedexekirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dergeha Bab El-Hewa di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye.

Gelek welat û di nav de welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê zextê li civaka navneteweyî dikin da ku destûra bikaranîna hin dergehên din ên sînorî di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de bidin û di nav de dergeha Til Koçer (El-Yerûbiyê).

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi amranca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyê û gelê wê gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ku di heman demê de parçeyekî xaka Sûriyê ne, parastin.

Lê belê hin alî vê herêmên wekî herêmeke cuda ji Sûriyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike. Gelê herêmê tu caran xwe ji derveyî Sûriyê nehisbandiye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dorpêç jî çekeke û li dijî gelên herêmê hate bikaranîn û wiha dewam kir: “Li kêleka êriş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gelê me hate bikaranîn. Piştî ku şerê li Sûriyê gurtir bû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstiqrara ewlehiyê parastî bû. ji ber wê yekê ji parêzgehên din ên Sûriyê pêlên koçberiyê ber bi herêmê ve dest pê kirin. Di encamê de hejmara niştecihên herêmê zêdetir bû. Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst, herêmên rizgarkirî yên girêdayî Rêveberiya Xweser berfirehtir bûn û bi vekirina kampên ku bi deh hezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve rewşa mirovî zehmet e. Nexasim piştî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker. Hebûna 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser û berdewama dorpêça li ser herêmê nîşaneyên encamên xirab di aliyê rewşa mirovî de dide.

Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî hewldanên mezin da, ji ber ku rewşa mirovî ji rewşên din cuda ye û yek ji berpirsiyariyên sereke yên NY`yî û saziyên wê ye. Lê belê bersivdayîneke rasteqîn pêk nehat.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bike û piştrast kir ku dergeha Til Koçer rêyeke sereke ya jiyanê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Dergeha Til Koçer (El-Yerûbiyê) ji bo herêmê rêyeke sereke ya jiyanê ye. Birayra girtina wê bi vetoya Rûsya û Çînê di 8`ê Hezîrana 2020`an de hate kirin. Ew yek wekî piştgirîdayîna siyasetên dorpêça li dijî gelê herêmê bû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destkeftiyên ku gelê me bi piştgiriya Koalîysona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`î bi dest xistine bû.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li civaka navneteweyî û NY`yî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer dê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”

(cx)

ANHA