Istixbaratên Tirkiyê û çeteyên wê 5 kesên Efrînê revandin

Istixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê 5 kesên ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ji bo serbestberdana wan pereyên zêde xwestin.

Istixbaratên Tirkiyê û çeteyên wê 5 kesên Efrînê revandin
1 tîrmeh, 2021   12:09
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker revandina şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî didomîne. Dorpêça li ser niştecihên resen ku li warê xwe mane teng bike û wan neçarî koçberiyê bike, da ku malbatên çeteyan û kesên ku ji herêmên cûda li şûna wan bi cih bike.

Di nava çend rojên dawî ji meha Hezîranê bi behane û tawanên derew 5 welatiyên ji Efrînê hatin revandin.

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî di 29`ê Hezîrana borî de welatiyê bi navê Mihemed Reşo (35) ê ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Şera ji navenda bajarê Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Çavkaniyan ji navçeya Raco ya girêdayî Efrînê ragihand ku çeteyên Firqêt El-Hemzat du kalepîr ji gundê Goliya jêrîn revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin, her wiha ji bo  serbestberdana wan fidiye (pere) xwestin.

Heman çavkanî diyar kir ku navên her du kalepîran wiha ye; Xelîl Îbrahîm Bîlal (65) û Mistefa Mihemed Yûsif (60).

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat di demeke berê de welatiyê bi navê Elî Mihemed Arif ji heman gundî revandin û di nava 10 rojên ku di girtîgehê de hîştin, gelek cureyên qirêj ên îşkenceyê pê kirin.

Çavkanî got komên çete li hemberî serbestberdana kesên hatine revandin pereyên zêde xwestin.

Çavkaniyekî din destnîşan kir ku istîxbaratên Tirkiyê di 28`ê Hezîrana borî de parêzer Reşîd Kekeç Mihemed ê ji gundê Qizilbaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ye, revandin.

Li gorî çavkanî, kesê bi navê Reşîd Kekeç Mihemed "qaşo" endamê Weqfeya Kurdên Serbixwe ku ji aliyê dewleta Tirk ve, bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdulezîz Temo, hatiye avakirin e.

Li gorî çavkanî sedema revandina Reşîd Kekeç Mihemed nayê zanîn.

(bx)

ANHA