Şêniyên Tirbespiyê banga vekirina dergeha Til Koçerê kir

Li gel dorpêçê girtina dergehên sînor azarên şêniyên herêmê zêde dike. Li hemberî dualiya pîvanên navneteweyî nerazîbûnên gelê herêmê zêde dibin ku li şûna vekirina deriyên sînor li pêşiya gelê ku şerê teror kiriye, dergehan digirin û di heman demê de alîkariyan ji terorîstan re peyda dikin. Şêniyan banga vekirina deriyê Til Koçer kir.

Şêniyên Tirbespiyê banga vekirina dergeha Til Koçerê kir
1 tîrmeh, 2021   08:18
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Ji ber girtina dergehên sînor ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên herêmê di warên aborî û tenduristî de zehmetiyan dikişînin..

Girtina deriyê sînor di çarçoveya siyaseteke dijberî Rêveberiya Xweser de pêk tê. Jê vê yekê armanc dikin ku gel li dijî rêveberiyê derkevin nexasim ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirin ku li ser ewlehiya cîhanê xetere bûn.

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berpirsyariya xwe bînin cih, nexasim ku gelê wê li dijî DAIŞ`ê şer kir û li şûna cîhanê tevda ew têk birin.

`GIRTINA DERGEHAN  A LI HEMBERÎ GELÊ KU ŞERÊ TERORÊ KIR`

Welatiyê ji navçeya Tirbespiyê yê bi navê Mihemed Hesen axivî û destnîşan kir ku girtina dergehan di salên derbasbûyî de bandor li qada aborî û tenduristî ya li herêmê kir û pirsî: “Gelo sedema vê girtinê çi ye?”

Hesen matmayîna xwe ya li hemberî girtina dergehê destnîşan kir û got:"Gelo çima dergeh li pêşiya gelekî ku li şûna tevahiya cîhanê şerê terorê kir û berdêla wê da, tê girtin. Lê ji bo komên terorîst tê vekirin? Em bang li NY`yê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe û dergehên mirovî veke."

Hesen diyar kir ku vekirina dergehên herêmên Rêveberiya Xweser şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê xurt dike û rê nade ku careke din li herêmê belav bibe.

Dergeha Til Koçerê (El-Yarubiye) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergeha yekane ye û ji ber Vetoya Rûsya-Çînê ji Kanûna 2019`an ve hatiye gitin.

Wê demê deriyê sînor yê Til Koçerê û deriyê sînor yê El-Remsa yê bi Urdunê re li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî hatin girtin. Lê deriyê sînor ê Bab El-Hewa û dergehên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, vekirî man.

`FIŞARA RÛSYAYÊ`.

Rûsya bi rêya girtina deriyê sînor ê Til Koçer xwest di mijara alîkariyên mirovî de fişarê li Rêveberiya Xweser bike. Hikumeta Şamê jî nehişt ev alîkarî bigihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji xwe re hişt.

Welatiyê bi navê Ehmed Yusif Silêman jî îşaret bi ambargoya li ser herêmê kir ku di encama girtina deriyê pêk hatiye û got: "Ew bi rêya vê girtin şerê projeya demokratîk bikin. Rûsya li paş vê girtinê ye."

Silêman da zanîn ku gelê li dijî terorê şer kir bi ambargoyê tê cezakirin, lê terorîst û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rihetî dijîn.

Silêman bang li NY`yê û dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê kir ku dergehê vekin û li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.

`BANG Û DAXWAZÎ`

Welatiyê bi navê Nasir Mihemed El-Emyan dengê xwe tev li dengê Silêman kir û bang li NY`yê kir ku dergehan vekin û piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha domand: "Girtina dergehê bandor li jiyana aborî û tenduristî kir û bû sedem ku buhaya dermanan bilind bibe."

Welatiyê bi navê Ebdullah El-Hemadî jî tev li nêrîna wî bû û ev derbirî: "Bilindbûna buhaya madeyên xwarinê yek ji encamên ambargoyê ye, nexasim piştî pandîmaya vîrusa Koronayê ku bû sedema kareseteke mirovî.”

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe ya exlaqî û mirovî rabin, di heman demê de bi rêya civîna ku tê payîn di Tîrmeha bê de têkildarî vê mijarê li dar bikeve banga vekirina dergehên mirovî bike.

(eh)

ANHA