Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê gelek herêmên gundewarên Idlibê, di nav de derdora nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk topbaran kir
28 hezîran, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Riweyha û Barê ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê herêmên Barê ku nuqteyek dewleta Tirk tê de heye, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê eniyên Sehl Xab a bakur rojavayî Hemayê kir hedef.

(dm)