Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e

Gundê Leylan yek ji gundên kevnar li xaka Mezopotamiya û cîhanê ye. Dîroka gund vedigere 6 hezar sal beriya zayînê û paytexta qiral Şemşê Adad kurê Hemorabî bû. Her wiha akadî, xurî û amorî lê jiyane.

Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
Leylan paytexta qiral Şemşê Adad û welatê Apom  e
27 hezîran, 2021   00:46
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Gundê Leylan 8 km dikeve başûrê navçeya Tirbespiyê. Gund bi girên xwe yên şûnwarî tê naskirin ku di cîhanê de ji kevntirîn şûnwaran e.

Di salên 80'î yên sedsala derbasbûyî de şandeyeke amerîkî ji Zanîngeha Yale bi serokatiya Professor Harvey Weiss û bi lihevkirina bi hikumeta Şamê re girê Leylanê kola û derdora 650 parçeyên dîrokî dîtin. Parçeyên ku hatin dîtin ji tabloyên mismarî yên bi zeravayê babiliya kevn, deqên îdarî, aborî, nameyên siyasî, peykerên ji heriyê û peymanên ku îşaretê bi geşedanên li Geliyê Xabûr ên piştî hilweşandina bajarê Marî pêk dihat.

Gund li ser keviya çemên Cirih û Maşoq hatiye avakirin. Ev çem li derdora gund mîna sûr çêdikir ku wê ji şer û êrişan diparast. Li aliyê rojavayê gund jî 4 firin û hemamek hate dîtin ku tê texmînkirin yên Împarator Şemşê Adad bin.

/kr/uploads/files/2021/06/26/191215_dsc_0198.webp

Arkolog Dr. Silêman Ilyas destnîşan kir ku gundê Leylan xwedî cihekî girîng di nav deverên şûnwarî yên cîhanê de ye, ji ber ku paytexta qiralê Asûr Şemşê Adad kurê Hemorabî ye û dîroka wê vedigere 6 hezar sal beriya zayînê.

Dr. Silêman Ilyas diyar kir ku qiralê asûrî sala 1735`an beriya zayînê berê xwe da Sûriyê, li gundê Leylan paytexta xwe ava kir û navê Şibat Înlîl lê kir, beriya wê navê gund "Şexna" bû ku paytexata welatê Apom  anku"Bîlad El-Qeseb" bû. Li gorî Silêman rûbera gund wê demê 20 hektar bû û dîroka wê vedigere sedsala 18`an a beriya zayînê ku piraniya herêmên rojhilat ên keviya Xabûrê digirt nava xwe.

Silêman îşaret pê kir ku şandeya amerîkî gelek agahiyên girîng ên têkildarî dîroka herêmê eşkere kirin, jê rûbera gundê Leylan ku wê demê 90 hektar bû, her wiha qesirek jî kişif kir û tê texmînkrin a qiral Şemşê Adad e, peresgeheke olî ku 15 di 10 metreyan de bû û ji heriyê hatiye çêkirin dît.

GIRÎNGIYA BAZIRGANIYÊ YA LEYLAN

Li gorî rapora şandeya amerîkî ku radestî hikumeta Şamê hate kirin, girên gundê Leylan di sedsalên derbasbûyî de ji deverên stratejîk bûn, her wiha xwedî girîngiyeke bazirganiyê bû, ji ber ku xwe dispartin depoyên genim ên ku tê de hatin dîtin û niştecihên wê bi bajarê Musilê ya Iraqê re bazirganî dikirin. Şopên wan depoyan heta niha hene.

Li gorî şopdarên rapora şandeya amerîkî, peykerê jinekê hate dîtin ku ji aliyê bakurê rojhilata gir hatiye derxistin, her wiha hîna bermahiyên aşên avê jî li rojavayê gund hene.

ꞌDAGIRKERÊN KURDISTAN HEWL DA DÎROKA LEYLAN VEŞÊRE ꞌ

Arkolog Silêman Ilyas diyar kir ku dewletên Tirk û Sûriyê û Faris bi nivîsandina dîroka gundê Leylan  di pirtûkên dibistanan de, hewl da dîrok û şaristaniya gundê Leylan xirab bike û got: " Lê derkifşên ku li girê Leylan ê şûnwar hatin dîtin, isbat kir ku ev gir xwedî şaristanî û dîroka gelê ku li wê herêmê jiyaye heye, di encamê de planên wan ên xirabkirina dîroka wî gelî hate sekinandin."

'YPG/YPJ'Ê PARASTINA LEYLAN KIRꞌ

Bi destpêka aloziya Sûriyê re di 2011`an de, şandeya amerîkî ji herêma Leylan vekişyan. Bi avakirina Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê re û êrişên destpêkê yên li dijî Rojava, gundê Leylan yek ji armancên çeteyan ku di nava salekê de xwestin bi temamî dagir bikin. lê YPG û YPJ`ê bi hevkariya şêniyên gund nuqteyek li gund ava kirin, parastina wê kirin her wiha çete têk birin, wan dûrî gund û girên wê yên şûnwar kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eTKxki6OLpc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>