Ciwanên Minbic: Êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê  ne

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyekî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê biryara qirkirinê ye.

Ciwanên Minbic: Êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê  ne
23 hezîran, 2021   13:53
MINBIC

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hedîl Casim li navenda Ciwanan bi beşdarbûn gelek endamên Yekitiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dem dema azadiyê ye, ji beriya 22 salan ve tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Her wiha di kesayeta rêber Ocalan de jiyana azad û mirovahiyê dikin armanc, ji ber ku modernîteya demokratîk altarnetîfa modirnîteya kaptalîst e.

Da ku modernîteya kaptalîst, ked û berhemên civakê kontrol bike, desthildariya xwe bi rêk û pêk ber ferh dike, siyaseta qirkirina çandî û biyolijîk dimeşîne û êrişî jin û xwezayê dike.

Dewleta Tirk a faşîst di Rojhilata Navîn de amûra modernîteya kaptalîst e û domdar êrişî destkeftiyên neteweya demokratîk dike. Her wiha ji destpêka damezrandina osmaniyan û heta niha komkujiyan pêk tînin.

 Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê pêk tên û ew êriş biryara qirkirinê ye.

Lê dewleta Tirk li hember berxwedana dîrokî û qehremantî ya gerîlayan têk diçin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d2G78PgnZ7s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>