Li Kobanê mûzeyek bi navê"Şehîdên Komkujiya Helincê"

Kongreya Star a Herêma Firatê li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê mûzeyek bi navê"Şehîdên Komkujiya Helincê" ji bo bîranîna her sê şehîdên; Zehre, Hebûn û dayika Emîne yên ku par di encama bombebarana firokeyeke bêpîlot a dagirkeriya Tirk şehîd bûbûn, vekir.

Li Kobanê mûzeyek bi navê"Şehîdên Komkujiya Helincê"
23 hezîran, 2021   13:35
KOBANÊ

Di 23’yê Hezîrana 2020’an de firokeyeke bêpîlot a girêdayî dewleta Tirk a dagirker maleke li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê armanc kir, di encamê de 2 endamên koordînasiyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehre Berkel(33), Hebûn Mela Xelîl (39) û xwediya malê dayika Emîne Weysî şehîd bûn.

Di merasîma vekirinê de bi sedan şêniyên kantona Kobanê beşdar bûn, wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdan hildan, her wiha nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şandeyên ji Cizîrê, Minbic, Tebqa û Reqayê amade bûn.

Beriya destpêkirina axaftinê, beşdaran deqeyeke rêz girtin, piştre endama Koordînasiyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û wiha got: "Di 23’yê Hezîrana par de firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker malek li Helincê bombebaran kir, di encamê 3 jinên siyasetmedar û têkoşer şehîd bûn."

Mizgîn Xelîl wiha domand: "Beriya komkujî bi demeke kurt çêbibe, dewleta Tirk bi rêya daxuyaniyekê li xwe mukir hat ku ev tevger ji hêla jinan ve tê birêvebirin û jin pêşeng in."

Mizgîn Xelîl da zanîn ku armanc ji vê komkujiyê ew e ku di nava jinan de tirs çêbibe, da ku têkoşîna xwe rawestînin û wiha pê de çû: "Em ji dijmin re dibêjin ku li cihê ku te plan kiriye ku tu bikî goristan, êdî bû çavkaniya hêvî, duristî û cihê fikirê ji jinên azad re."

‛KOMKUJIYA HELINCÊ ARMANCKIRINA TEVAHÎ JINAN E’

Endama rêveber a Komîteya Jinan a Tebqayê Welaa El-Nacî wiha got: "Ne ji şehîdan bûya, me ev mûzaîka xweşik a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nedidît, em îro li Kobnê destanên lehengiyê dinivîsin û bûye striyek di qirkirina dewleta Tirk a faşîst de."

Welaa El-Nacî têkoşerên li eniyan, dayikên şehîdan û şoreşa jinan silav kir.

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welîde Botî wiha got: "Şehîd ronahiya rêya me ne ku bi azadiyê qezenc dikin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê bi giştî û tevgera jinan bi taybet berdewam dike."

Berdevka Komeleya Jinên Zenobiya Xûd Îsa jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya armanckirina jinan hewl dide vîn û berxwedana wan a ji bo pêkanîna edalet, azadî, wekhevî û demokrasiyê têk bibe. Hedefgirtina dewleta Tirk ji van şehîdan, şehîd Hevrîn Xelef û ji bilî wê têkbirina vîn û têkoşîna jinan e, ji lew re divê tevahî jin li qadên têkoşînê bin."

Li dawiyê, bavê şehîd Hebûn Mela Xelîl, Remedan Mela Xelîl wiha got: "Ey gel, dil, şer û azadiya me yek e û divê em ji kesekî netirsin. Tevahî dewlet mîna Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe li vir in."

Di mûzeya bi navê Şehîdên Komkujiya Helincê de wêneyên her sê şehîdan, hin cil, pirtûk û tiştên wan ên takakesî hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5s6beBQ3JWg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>