Dewleta Tirk şêniyan koçber dike û gundan dike baregehên leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên gundê Nasiriyê yê girêdayî Girê Spî bi darê zorê ji gudên wan derdixe, da ku gund bike baregehên leşkerî.

Dewleta Tirk şêniyan koçber dike û gundan dike baregehên leşkerî
23 hezîran, 2021   08:42
GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî guhartina demografîk û  koçberkirina şêniyan ji gundên wan bi dare zorê didomîne, da ku gund bike baregehên leşkerî. Armancê jê jî kûrkirina dagirkeriyê ye.  

Sûcên bi vî awayî li herêmên dagirkirî bênavber berdewam dikin, vê carê jî gundê Nasiriyê yê nêzî bajarokê Şergirakê ya girêdayî kantona Girê Spî ye.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên gundê Nasiriyê ji gundê wan derdixe, da ku bike baregehên leşkerî.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek şêniyên gund ji gund derxistine û yên mayî jî derdixe.  

Her çavkaniyan da zanîn ku gundî neçar in ku ji gund derkevin û wiha got:" Ger em ji gund dernekevin, wê çarenûsa me; kuştin, girtin û revandin be."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên dagirkirî vê siyaseta qirêj dimeşînin, Efrîn ku avahiyên mêtîngeriyê lê tên avakirin jî mînaka vê yekê.

ANHA