​​​​​​​Rojnameyên erebî: Der barê dosyaya Sûriyê de Rûsya û Amerîka nêzî hev dibin

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosya Sûriyê, rewşa Îranê û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Der barê dosyaya Sûriyê de Rûsya û Amerîka nêzî hev dibin
23 hezîran, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PÛTIN TÊKILDARÎ CEZA Û ALÎKARIYAN EL-ESED REHET DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yuri Borisov,  serokê Sûriyê Beşar El-Esed di hevdîtina wan de ku duh li Şamê pêk hat, der barê encamên lûtkeya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Joe Biden de ku di hefteya borî de li Cinêvê pêk hat, agahdar kir. Armanc ji vê yekê jî ku El-Esed der barê dosyaya cezayên Ewropayê û alîkariyên mirovî de ku dema biryara navneteweyî ya têkildarî wê di 10`ê Tîrmehê de bi dawî dibe, rehet bike."

Borisov piştî hevdîtina bi El-Esed re piştrast kir ku di lûtkeya Cinêvê de nêzîkatî çêbû û got: "Têkildarî dosyaya Sûriyê di lûtkeya Pûtîn û Biden de derfeta berdewamiya diyaloga yekser di navbera her du aliyan de têkildarî dosyaya Sûriyê hate dayîn."

‘ÎRAN PIŞTÎ HILBIJARTINAN…. SAZIYA OLÎ SERWERIYA XWE LI SER DEWLETÊ ZÊDE DIKE’

Girêdayî rewşa Îranê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Hemû aliyên siyasî yên geşedanên siyasî li Îranê piştî biserketina yek ji muhafezekaran di hilbijartinan de, hişt ku hevsengiya hêzên hundirîn li gorî berjewendiyên oldarên dijberî Ewropayê bikeve tevgerê û berpirsên bi dengdayîna gel hatine hibijartin, werin dûrxistin.

‘ALOZIYA SOTEMENIYÊ KOLANÊN LUBNANÊ VEGUHERANDIN RAWESTGEHÊN EREBEYAN’

Girêdayî aloziya sotemeniyê li Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Komkujiya El-Sehdiyat ku li ser rêya başûr ber bi Beyrûtê ve pêk hat, dilê gelê Lubnanê êşand. Di komkujiyê de malbatek bi temamî jiyana xwe ji dest da (dayik û 4 keçên xwe). Dema ku berê xwe didan balafirgeha Beyrûtê da ku bavê xwe Îmad Hiwêlî ku ji Liberyayê vedigeriya, pêşwazî bikin, jiyana xwe ji dest dan.

Vê yekê bandoreke mezin li gelê Lubnanê kir, nexasim ji ber ku ji ber "karwanê rûreşiyê" li pêşiya stasyonên sotemeniyê pêk hat ku erebeya malbatê li erebeyeke din da ku ne li gorî tevgera erebeyan diçû ku cihê xwe di nava karwanê li pêşiya yek ji stasyonan bigire, xist.”

(bx)