HRRK'ê encamnameya kongreya xwe ya 7'emîn eşkere kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) encamnameya kongreya xwe ya 7'emîn eşkere kir ku di 18'ê Hezîranê de bi diruşma  " Kanî û darên zeytûnê ji bendewariyê zuha dibin.. Em vedigerin " li hola Zana ya bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin.

HRRK'ê encamnameya kongreya xwe ya 7'emîn eşkere kir
22 hezîran, 2021   15:20
QAMIŞLO

Encamnameya Kongreya 7'emîn a HRRK'ê wiha ye:

Bi diruşma 'Kanî û darên zeytûnê ji bendewariyê zuha dibin.. Em vedigerin' û ji bo pêkanîna armancên HRRK'ê, xizmeta çand û rewşenbîran ku HRRK'ê bibe bargeha afirînerên kurd ji bo peydakirina liv û tevgereke rewşenbîrî çalak li ser bingeha ku dibêje: ’Çand çavkaniya kiryarên mirov e û rêkeftina meşa sergihayî ya civakan e’, heftemîn kongreya HRRKê li bajarê Qamişloyê roja 18/60/2021’an bi amadebûna hejmarek ji endamên kevin û nû, bi beşdariya nûnerên tevgerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dar ket.

Di rewşekê de ku tê de gef û kiryarên plankirî ji aliyên hin hêz û rejîman ve li ser gelê me tên meşandin ku hewl didin mafê jiyana hevpar bi gelên din re, aramî û aştiyê  ser xaka Rojava jê bistînin û ji destkeftiyên siyasî, civakî, aborî û çandî bêpar bikin. Ev destkeftiyên ku bi saya fedekarî û xwînê ji bo azadiyê pêk hatine. Ev hêzên dijmin dixwazin aramiya civakê xirab bikin, fitneyê derxînin holê, guhertina demografîk û cînosaydê pêk bînin, li gel wê kampaniyên ragihandinê li dar xistine ji bo ku tirsê di nava şêniyan de belav bikin. Digel van hemû dijwariyan kongreya asayî ya heftan li dar ket û bû kongereya sêyemîn ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê li dar dikeve.

Em di Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK'ê de nirx didin kedên hemû hêzên siyasî û leşkerî yên mafên gelê me diparêzin, bi taybet Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ku ji bo rizgarkirina erd û mirov, parastina herêmên me û rizgarkirina herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî tê dikoşe. Her wiha em banga dijîtiya şerê birakujî dikin, em bangî hevrêziya kurdî dikin bi rêya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li gor şert û mercên tengav ku tê de hebûna gelê kurd di bin gefan de ye bi giştî ji aliyên siyasî, çandî, aborî û civakî ve. Hêvîdar in ku em bigihêjin vejîneke ramyarî ku HRRKê bibe eynikek tê de rewşa çandî ya rastîn xuya bibe û gavên xurt ber pêşxistina çanda kurdî ve bavêje.

Çand û zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek çewisandin û paşguhkirinê hatiye, weke ku li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê kurdî hatibû qedexekirin, ev yek hişt ku zimanê me paş keve û gelek xort û keç xwe bavêjin hembêza çandên derdorê. Ev jî dihêle ku kelepûra mirovî bi giştî lawaz bibe ji ber ku cîhan ji naskirina Kurdan û tiştên ku afirînerên kurdan di hemû waran de  pêşkêş kirine bêpar kir, lew re em dibînin ji erka me ye weke Hevgirtin ku em bibin sîwaneyek bo hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û ji bo parastin û belavkirina ziman û çanda kurdî bixebitin bi alîkariya hemû yekîtî û sendîqeyên rewşenbîrî ku di xwe de hêza alîkariyê dibînin. Ev yek karekî mirovî di asta yekemîn de ye û çanda gelên Sûriyê jî dewlemend dike berî ku bibe nakokiyeke neteweyî û têkeve xizmeta çanda kurdî."