​​​​​​​Şandeya ji Catalonia serdana Kongreya Star- HATE NÛKIRIN

Şandeya ji Catalonia a serdana navenda Kongreya Star a bajarê Qamişloyê kir kêfxweşiya xwe bi naskirina tecrûbyea Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan re anî ziman. Her wiha diyar kir ku ew ê vê tecrûbeyê bi civaka Cataloniayê re bidin naskirin.

​​​​​​​Şandeya ji Catalonia serdana Kongreya Star- HATE NÛKIRIN
22 hezîran, 2021   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Catalonia ji endamên parlementoya Catalonia Lulia Regovat û Robin Wagensberg û endamê meclisa bajarê Barcelona Laura Breeze, endama Rêxistina Siyasî û Civakî Omnifem, Montes, endamê Tevgera Dad û Rûmeta Navneteweyî ya ji bo Penaberan Kifer Mikl û rojnamevan û derhênerê belgefîlmên li ser pirsgirêkên civakî John Kert pêk tê, serdana navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê berdevka fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed û endamên Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Zeyneb Mihemed û Silava Silêman ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de şande bi sîstema Kongreya Star û modela wê ya rêxistinkirina jinan di meclis û komîteyên wê de hat naskirin. Her wiha behsa astengiyên ku pêşiya jinan derdikevin û rola jinan di şoreşê de hate kirin. Kongreya Star girîngiya pêşxistina têkiliyan bi saziyên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jin û ciwanan re destnîşan kir.

Her du aliyan mijarên girêdayî çawaniya birêxistinkirina jinan, girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera herêma Catalonia û Kongreya Star de, pêkanîna xebateke hevpar û veguhestiya pisportiyê li ser asta têkoşîna jinan, her wiha danasîna bi doza jina kurd nêrîn parve kirin.

Ji aliyê xwe ve, şandeya Kataloniayê girîngiya şoreşa Rojava û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin destnîşan kirin. Her wiha kêfxweşiya xwe bi naskirina Kongreya Stra anî ziman û diyar kir ku naskirina civaka Kataloniyayê bi şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê armanca wan sereke be.

Piştî civînê endamên şandeyê armanca serdanê xwe ji bo herêmê re diyar kirin.

Endamê Parlamentoya Catalonyayê Evlalia Regvant destnîşan kir ku ew hatine vekir da ku têkiliyên di navbera civaka catalanî û civaka Kurd a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê de xurt bikin û tevgerên jinên Kurd nas bikin. Her wiha got: "Dema em vegerin Catalonyayê em bi hev re bixebitin."

Endamê Meclisa Bajarê Barcelona Laura Breeze anî ziman ku ew ji bo naskirina têkoşîna jinan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine û got: "Ji bo me kêfxweşiyek bû ku me bi nûnerên cihêreng ên Kongryea Star re nîqaş pêk anî."

Her wiha endama Rêxistina Siyasî û Civakî Omnifem, Montes jî wiha got: "Ez hatin vir ji bo em baştir nas bikin jin çawa xwe rêxistin dikin. Ji bo min têkoşîn ku jinên Kurd li vir dimeşînin bi rastî îlhamek mezin girt û ez jî dixwazim ku ji bo hemî jinên ku di vê têkoşînê de ne piştgiriya xwe diyar bikim. Ez ji van tevnên navneteweyî yên di navbera jinan de bi rastî bi bawer im."

ANHA