Hêzên hikumeta Şam ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

Hêzên Hikumeta Şamê gundewarên Hema, Heleb û Idlibê bi zêdetirî 100 moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şam ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin
18 hezîran, 2021   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 100 moşekan deverên cuda li “herêmên bêçek” ên Ziyara, Zêzon, El-Enkawiye ya Sehil Xab ên gundewarên Hemayê, herêmên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê û gundewarên rojavayî Helebê topbaran kirin. Tu agahî der barê zirarên canî de nehatin bidestxistin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh eniyên bajarokê Corîn a Sehil Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kiribû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li nêzî eniyên şer li derdora gundê Riweyha û Filêfil ên başûrê Idlibê, di navbera çeteyên Fetih El-Mubîne û hêzên hikumeta Şamê de şer derketiye.

(dm)