Li Iraqê 2 balafirên bêpîlot xistin xwarê

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li başûrê Bexdayê 2 balafirên bêpîlot xistine xwarê ku yek jê bombebarkirî bû.

Li Iraqê 2 balafirên bêpîlot xistin xwarê
16 hezîran, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonan a Bexdayê balafirên bêpîlot xistine xwarê ku yek jê bombebarkirî bû.

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihand ku dengê teqînekê li devera Zaîfaraniye hate bihîstin. Piştre diyar bû ku balafir li baregeha El-Reşîd ketiya xwarê.

Rayedarên iraqî duşema borî ragihandibû ku balafireke bêpîlot balafirgeha leşkerî ya navneteweyî ya Bexdayê kiribû hedef.

 (dx)