Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî herêmên “Bê çek” kir

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê ji aliyê bejahî û hawayî ve êriş birin ser gelek bajarokên herêma “Bê çek”. Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mubîn nuqteyên hikumeta Şamê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî herêmên “Bê çek” kir
16 hezîran, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çend rojên dawîn de êrişên li dijî herêmên “Bê çek” her ku diçin gurtir dibin. Hêzên Hikumeta Şamê vê sibê herêmên Bare, Filêfil, Eyn Lawrz, Fitîra, Bînîn û Sifohin ên li gundewarê başûrê Idlibê, El-Enkawî û Ziyare yên li Sehil El-Xab ên li gundewarê bakur rojavayê Hemayê kirin hedef.

Girêdayî heman mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên “El-Fetih El-Mubîn” nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Marat Herma ya li başûrê Idlibê topbaran kirin. Tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR`ê bi bîr xist ku hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlibê bi çekên giran kirin hedef. Derdora bajarokê Kensafra, Fitîra yên gundewarê başûrê Idlibê hat hedefgirtin, hemwextê wê balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmên “Bê çek” difirîn.

(şx)