Li Dêrazorê kargeha xwê hat vekirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê yekemîn kargeha xwê li herêma El-Sebe Kîlo ya gundewarê Dêrazorê vekir ku rojane 8 tonan derdixe.

Li Dêrazorê kargeha xwê hat vekirin
Li Dêrazorê kargeha xwê hat vekirin
Li Dêrazorê kargeha xwê hat vekirin
Li Dêrazorê kargeha xwê hat vekirin
14 hezîran, 2021   14:45
DÊRAZOR

Kargeha xwê ji 1’ê vê Nîsanê ve li herêma El-Sebe Kîlo ya gundewarê Dêrazorê kete xizmetê, ew herêm bi pirbûna kargehan jê şekir û kaxiz navdar e.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kargeha xwê ku yekemîn kargeh e vekir ku pêdiviyên herêmê dabîn bike.

Têkildarê vê yekê, endamê rêveber ê kargehê Hesen Şêx Mûsa wiha got: "Hilberîna kargehê ya rojane digihîje 8 tonan. Alavên kargehê yên herî nûjen in."

Rûbera kargehê nêzî 4 donim e û tê de 20 karker ji 8’ê sibehê heta bi saet 3’yê berêvarê dixebitin.

Xwêya xav ji gola nîştî ya li ser sînorê Sûriyê-Iraqê tê derxistin û di kargehê de di gelek merheleyan re derbas dibe heta xwêya herî baş derdikeve.

Mûsa li dawiyê wiha got: "Xwê di alava şûştinê ya taybet re derbas dibe û piştre di alava ziwakirinê re derbas dibe, dûvre bi alavekê tê hêrandin û dikeve tûran. Di her tûrekî de 10 kîlo heye."

(fr)

ANHA