Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîdeke berxwedana Avaşînê

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbata şehîd Sarya Mehmûd (Sarya Çiya) ku li Avaşînê di berxwedana li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên de şehîd bûbû.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîdeke berxwedana Avaşînê
14 hezîran, 2021   12:03
 KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Sarya Mehmûd bûn ku li pêşiya mala malbatê ya li Kobanê li dar ket.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma şêx Ehmed Hemo axivî û got: “Şehîdan ji bo gelê xwe canê xwe feda kir û soz da gelê Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan ku dê heta dawiyê tê bikoşin ta ku Kurdistan rizgar dibe.” 

Şêx Ehmed destnîşan kir ku dijminan axa Kurdistanê bi rêya lihevkirinan parçe kir lê ruxmî wê jî ji bo gelê Kurd Kurdistan yek e û wiha domand: “Berxwedana şervanan ji hemû beşên Kurdistanê di eniyekê de îsbata vê yekê ye.”

Piştre bi navê Kongreya Star a herêma Firatê Leyla Ehmed axivî û got: “Em ê têkoşînê mezin bikin. Li Kobanê jinan şerê DAIŞ`ê kir û li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin.”

Bi navê malbata şehîd Sarya Hecî Mehmûd axivî û got: “Şehîdan ji bo gelê xwe canê xwe feda kir û xwîna gelê Kurd têkilhev bûye.”

Şehîda Sarya Mehmûd (Sarya Çiya) di 8`ê Gulana borî de li Avaşînê di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hjVJZ223xnk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>