Şêniyên Zorava: Helwesta PDK'ê êrişên dagirkeriyê rewa dike

Şêniyên Zorava ya Şamê destnîşan kir ku gelê kurd êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û piştgiriya PDK ji dewleta Tirk re ku van êrişan rewa dike, red dikin û berdewamkirina têkoşînê piştrast kir.

Şêniyên Zorava: Helwesta PDK'ê êrişên dagirkeriyê rewa dike
14 hezîran, 2021   11:08
ŞAM

Şêniyên Zorava ya Şamê duh xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, şermezar kir.

Xwepêşandana ku bi sedan şênî beşdarê bûne li kolanên sereke ya taxê geriya. Her wiha endamê Rêbeber a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Mezlûm Yûsiv û berdevka Kongreya Star a Şamê Zêneb Mîkaîl axivîn.

Di axaftinên wan de, êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku gelê kurd van êrişan red û şermezar dike.

Axaftvanan piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji van êrişan re şermezar kir û diyar kir ku helwesta PDK'ê van êrişan û dagirkeriyê rewa dike.

Axaftvanan diyar kir ku ew ê heya serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên ku berxwedana gerîla silav dike û êrişên dewleta Tirk şermezar dike, bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/so33gJ-_4mQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>