Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir û bi dehan birîndar kir

Filistînî li bajarokê Bêta yê nêzî Nabilisê ya li Dîfaya Rojava daketin qadan û projeyên bicihkirinê şermezar kir. Artêşa Îsraîlê gule li wan reşand, di encamê de filistîniyek hate kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir û bi dehan birîndar kir
12 hezîran, 2021   18:02
XEZA

Li gorî çavkaniyên tibî yên Filistînê, ciwanê hate kuştin Mihemed Seîd Hemaîl 15 salî ye û ji bajarokê Bêta ye.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê tundî li dijî xwepêşanderên ku ji bo şermezarkirina projeya bicihkirinê ya li jora çiyayê Sebêh ê bajarokê Bêtayê derketin bi kar anî, di encamê de bi dehan filistînî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê hewl dide projeyên bicihkirinê li jora çiyayê Sibêh ê bajarokê Bêta ava bike, li ser vê yekê bi gelê bajarokê filistînî re nakokiyên cuda rû didin.

(eh)