Li Tebqayê kadroyên tenduristiyê û kesên temenmezin hatin derzîkirin

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê piştî ku hezar derziyên ji cureya AstraZeneca yên li dijî vîrusa koronayê wergirtin ku WHO`yê pêşkêş kirine, îro derzî li kadroyên tenduristiyê û kesên temenmezin dan.

Li Tebqayê kadroyên tenduristiyê û kesên temenmezin hatin derzîkirin
11 hezîran, 2021   10:41
 TEBQA

Xebatên derzîlêdanê li Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê pêk hatin. Derzî li kadroyên tenduristiyê û kesên temenê wan zêdetirî 50 saliyê, hatin xistin.

Li gorî rêveberê nexweşxaneyê Ela Osman 2 beşên derziyan hene, beşa duyemîn piştî 8 hefteyan ji lêdana beşa yekemîn tê dayîn. Her du beşên derziyê hev du temam dikin.

Komîteya Tenduristiyê belgeyên taybet û kartên dayîna derziyan amade kirin da ku kesên cara yekemîn hatine derzîkirin, cara duyemîn piştî 2 mehan dîsa werin derzîkirin.

Her du beşên taybet û giştî yên kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê û gelek şênî û kesên nexweş li beşa derziyên li dijî vîrusa koronayê, hatin derzîkirin.

Hemşîrê nexweşxaneyê Yasir Mihemed got: “Piştî birina derziyê hinek nîşane derdikevin. Cihê derziyê diwerime, mofirk hinekî diêşin û westaneke giştî çêdibe.”

Derziyên AstraZeneca piştî ku li gelek dewletên cîhanê mîna DYA, Hindistan, Brazîlya û Brîtanyayê kêrhatîbûna wan hat piştrastkirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên bikaranîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RPicZ3AlzIw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>