​​​​​​​Serokê berê yê Mossadê: Îsraîl berpirsa êrişên dawîn ên li dijî Îranê ye

Serokê berê yê Mossadê Yossi Cohen gelek êrişên ku Îsraîlê li Îranê pêk anîne, eşkere kirin ku di nav de êrişên dawîn ên li dijî bernameya nukleerî ya Îranê û kuştina Muhsin Fexrîzade hene.

​​​​​​​Serokê berê yê Mossadê: Îsraîl berpirsa êrişên dawîn ên li dijî Îranê ye
11 hezîran, 2021   11:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press serokê berê yê Mossadê Yossi Cohen di hevpeyvîneke li gel bernameyeke li ser Kanal 12 a Îsralî de destnîşan kir ku welatê wî berpirsê êrişên dawîn ên li dijî bernameya nukleerî yê Îranê û kuştina zanyar Muhsin Fexrîzade ye. 

Cohen zanyarên din ên ku di bernameya nukleerî ya Îranê de kar dikin, hişyar kirin ku ew ê bibin armanca êrişên Îsraîlê. Li aliyekî din dîplomatên li Viyanayê ji bo parastina lihevkirina nukleerî ya Îranê bi hêzên cîhanê re di nava dan û standinan de ne.

Cohen got li ser nexşeya avahiyên nukleerî yên Îranê xwedî zanabûneke kûr in. Her wiha got sentrîfujên navendî yên Natanzê dixebitîn lê êdî niha naxebitin bêyî ku bi awayekî yekser tu rola Mossad`ê di teqîna dawîn a li dijî Natanzê de piştrast bike.

Her wiha Cohen pirsa kuştina Muhsin Fexrîzade berpirsê sereke yê bernameya nukleerî ya Îranê wiha bersivand: “Mossadê bi salan ew şopand û beriya kuştina wî di Mijdara borî de xwe gelek nêzî wî kir.”

Zanyarê îranî di 27`ê Mijdara borî de li herêma Absardê ya li nêzî Tehranê hatibû kuştin.

Di Tîrmeha 2020`an de teqîneke nediyar komeke sentrîfujên pêşketî yên Natanzê parçe kirin, wê demê Îranê ji ber teqînê Îsraîl tawanbar kir. Di Nîsana îsal de jî teqîneke din pêk hatibû û zirar dabû tesîsên dewlemendkirina uranyumê.

(şx)