Li Minbicê mayîn teqiya

Li nêzî çerxerêya Sebai Behrat a bajarê Minbicê mayînek teqiya.

Li Minbicê mayîn teqiya
10 hezîran, 2021   18:30
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku vê êvarê li nêzî çerxerêya Sebai Behrat a li ser rêya Helebê, nêzî mizgefta Fetih mayînek teqiya. Têkildarî ziyanên teqînê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA