'Divê aliyên siyasî yên Başûr hewlesta xwe li dijî dagirkerî û siyasetên PDK'ê zelal bikin'

Serokên partiyên kurdî, bang li hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kirin ku hewlesta xwe ji dagirkirî û siyasetên PDK'ê re zelal bikin.

'Divê aliyên siyasî yên Başûr hewlesta xwe li dijî dagirkerî û siyasetên PDK'ê zelal bikin'
10 hezîran, 2021   17:19
NAVNDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 50 hezar ji şêniyên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên wê beşdarî meşa bi diruşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" ya li bajarê Qamişloyê bûn. Meş bi armanca şermezarkirina êrişên dagikirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, şermezarkirina hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re, her wiha ji bo silavkirina berxwedana gerîlayêna azadiyê ya li dijî dagirkeriyê hate lidarxistin.

Nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî, rêxistinê jin, ciwan û rewşenbîr tev li meşê bûn.

Beşdarên meşê, banga piştevaniya bi gerîlayan  re kirin. Her wiha bang kirin ku divê PDK'ê hêzên xwe ji nuqteyên gerîla vekişîne.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim ku beşdarî meşê bibû, ji ANHA'yê re axivî û got: "Pêwîste partiyên kurdî yên li Kurdistanê, bi taybet ên li Başûrê di vê pêvajoya hestiyar û çarenûsî de ku gelê Kurd tê re derbas dibe hişyar bin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Başûr serkeftinên mezin bi dest xistin, ev yekê dewleta Tirk aciz dike."

Qasim diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke faşîst e û dijminê yekemîn e gelê Kurd, bi hemû rê û rêbazan hewl dide şerekî navxweyî di navbera kurdan de derxîne. Her wiha bang li tevahî partî û hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi lîstokên dewleta Tirk neyên xapandin û li hemberî wê yekitiya xwe ava bikin.

Rizgar Qasim destnîşan kir ku  armanca dewleta Tirk a dagirker ne partiyek, an rêxistinek an jî şexseke, lê armanca wê ya sereke qirkirina gelê Kurd e.

Rizgar Qasim di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên leşkerî yên ku ketine qadên Parastinê yên Medyayê kir ku jê vekişînin, da ku gerîlayên HPG'ê karibin bersiva êrişên dagirkeriyê bidin.

Serokê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Tîlo jî got, divê helwesta tevahî gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê mîna sekna şêniyên herêma Cizîrê be ku li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan.

Tîlo bang li partiyên Başûrê kurdistanê kir ku bi lez helwesta xwe ji êrişên Tirkiyê re nîşan bibin.

ANHA