Asya Ebdullah: Ji bo şerê navxweyî dernekeve, divê pêşmerge ji qadên gerîla derkevin

Asya Ebdullah anî ziman mîtînga rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê peyama berxwedan û yekitiya neteweyî ye û got, ji bo şerê navxweyî dernekeve, divê pêşmerge ji qadên gerîla derkevin.

Asya Ebdullah: Ji bo şerê navxweyî dernekeve, divê pêşmerge ji qadên gerîla derkevin
10 hezîran, 2021   16:56
QAMIŞLO

Di mîtînga li dijî dagirkerî û îxanetê de endama Koordînasyona Kongra Star Asya Ebdullah ji axivî.

Asya Ebdullah di destpêka axaftina xwe de berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û got: "Bi sembola serkeftinê em berxweda gerîlayên azadiyê li hember dagirkeriyê silav dikin. Berxwedana li hember dagirkeriyê li hemû qadên jiyanê û tevahî qadan silav dikin. Em dibejin wê berxwedana li hember dagirkeriyê bi ser bikeve."

Asya Ebdullah got ev mîtîng peyama berxwedana li dijî dagirkerî û peyama yekitiya neteweyî dide û wiha domand: " Ev meş û ev helwest a ji bajarê evînê ji çanda berxwedan û serhildanê ye, ji bo hemû perçeyan peyama berxwedanê li dijî dagirkeriyê û peyama yekitiya neteweyî  ye. Bi yek helwestê wê îradeya me û wê têkoşîna me yek be."

Asya Ebdullah di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku  çanda 400 salî ya Osmanî ya qirkirin û tunekirinê li dijî hemû gelê herêmê û Kurdistanê vegerîne û got: " Îro Erdogan temsîla çanda Osmaniyan dike. Helwesta gelê Kurd, Ereb, Suryan û hemû pekhateyan li dijî dagirkeran yek e. Dewleta Tirk bi hemû hêz û alîkariya dostên xwe êriş dikin. Dibêjin îro êriş li ser PKK'ê ne. Ew gotin xapînok in. Nikarin gelê me bixapînin. PDK'ê hegr ne amade bin ji têkoşînê re bila xwe bidin aliyekî lê nebin alîkar û bila zerer nedin. Di vê demê sense me yê serkeftinê heye. "

Asya Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze şerê birakujiyê derxîne û got: "Em naxwazin şerekî navxweyî derkeve. Şerê birakujiyê hêz dide dagirkeran da ku li herêmê bi cih bibin. Heger peşmerge û hêzên Başûrê Kurdistanê nexwazin şerekî birakujiyê derkeve bila hêzên xwe yên li qadên gerîla paşde bikşînin. Divê em bi siyaseta Erdogan neyên qapandin. "

Asya Ebdullah êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi êrişên li dijî hebûna gelê Kurd bi nav kir û li hemberî vê yekê bang li aliyên Kurdî kir ku helwesteke neteweyî bi pêş bixin.

Mîtîng bi diruşmeyan bi dawî bû

(cb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yVSi5ZMF_PE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>