Li Şehbayê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin

Şêniyên Efrîn ên li kampa Serdemê bi meşekê berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li Şehbayê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Şehbayê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Şehbayê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Şehbayê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
10 hezîran, 2021   15:13
ŞEHBA

Bi pêşengtiya Kongreya Star, bi dehan şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirinê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

/ar/uploads/files/2021/06/10/143339_jn-fyan-mhmd-28nskh29.webp

Di meşê de pankartên "Ne ji şerê birakujiyê re", "Na ji guhertina demografîk a li Efrînê re", "Na ji koçberkirina bi zorê re", "Na ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê re" û "Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê dîwar bişkînin, Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin" hatin vekirin.

Meş ji deriyê ketina kampê ber bi navenda meclisa kampê ve dest pê kir. Di meşê di diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Jin Viyan Mihemed axivî û got: "Gelê berxwedêr dev ji berxwedana xwe û xeta berxwedanê bernade. Em silavê xwe ji çiyayên azadiyê ji Zap, Avaşîn û Metînayê re dişînin. Em dizanin ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî derbeyên ku li Garê û Heftanînê xwarin pêk hatin. Armanc ji van êrişan şikandina îradeya gelê Kurd e û dê dewleta Tirk neghêje armancên xwe."

Jin Viyan bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û wiha domand: "Cihê mixabiniyê ye ku PDK'ê di van êrişan de bi dewleta Tirk re hevkar e. Ji ber ku Tirkiyê dixwaze şerekî birakujiyê derxîne, ji xwe ew îtîrafê bi hebûna kurdan nake. Ji ber vê yekê em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku serî ji siyasetan re netewînin, ji ber ku dê kurdan ber bi talûkeyê ve bibe."

Meş bi diruşmayên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA