Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhartin di desteyên xwe de çêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhartin di sazûmaniya hin desteyên xwe de çêkirin û hevpeymana bingehîn a rêveberiyê guhart û nivîsgeha peywendiyan a girêdayî desteya aborî tev li nivîsgeha engeriyê kir û navê wê bû Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan. Her wiha hin bend ji sazûmaniya komîteya formekirina hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser re hatin danîn.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hin guhartin di desteyên xwe de çêkirin
10 hezîran, 2021   15:06
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe bi meclisên giştî yên tevahî herêmên Rêveberiya Xweser re li hola civînan a Reqayê bi beşdariya endamên meclisên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Piştî xwendina encamnameya civîna berê, navên hin endamên nû ku ji hêla endamên Herêma Cizîrê ve hatine pêşniyarkirin, hatin pêşkêşkirin, da ku li şûna hin endamên din ku îstîfa kirin, bigirin. Bi wê re Hamid Ehmed, Nesrîn Osman û Neda Melekî sond xwarin, da ku yekser det bi karên xwe wek endamên nû yên Herêma Cizîrê li nava Meclisa Giştî bikin.

Hin guhartin di sazûmaniya hin desteyên meclisê de çêbûn, bi wê re beşdaran biryar da ku girêdayîna nivîsgeha peywendiyan ji desteya aboriyê veguhêzin nivîsgeha enerjiyê û bi wê re nav bû Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan. Her wiha hevpeymana bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat guhartin.

Piştre bendên sazûmaniya formekirina hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El-Silêman ve hatin xwendin û tê de mercên tevlêbûna li komîte, sazûmanî û dabeşbûnê hene. Her wiha divê hejmara endamên komîteyê 150 endam ji tevahî herêmên Rêveberiya Xweser bin, makanîmzeya xebata komîteyê were diyarkirin û Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendên biryarê pêk bîne.

Piştre civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî derbas bû, da ku nîqaşên mijarên rêxisinî û siyasî werin kirin.

(fr)

ANHA