​​​​​​​‛Komîteya destûrê nûnertiya berjewendî û hêviyên me nake’

Ciwanên navçeya Tirbespiyê di panelekê de, girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û beşdarkirina nûnerên tevahî pêkhateyan di çareserkirinê de destnîşan kir, her wiha got, divê gelê Sûriyê çarenûs û pêşeroja xwe diyar bike.

​​​​​​​‛Komîteya destûrê nûnertiya berjewendî û hêviyên me nake’
​​​​​​​‛Komîteya destûrê nûnertiya berjewendî û hêviyên me nake’
​​​​​​​‛Komîteya destûrê nûnertiya berjewendî û hêviyên me nake’
​​​​​​​‛Komîteya destûrê nûnertiya berjewendî û hêviyên me nake’
10 hezîran, 2021   14:51
QAMIŞLO

Saziya Êzidiyan bi armanca ku balê bikişîne ser girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî, danasîna civakê bi biryarên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê çareserkirina aloziyê de planek li dar xist.

Panel li Mala Êzidî ya li bakurê navçeya Tirbespiyê bi beşdariya ciwan, rojnameger, çalakgerên sivîl û hiqûqnasên navçeyê li dar ket.

Di panelê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; krîza Sûriyê, civîna Cinêvê, komîteya destûrê ya Sûriyê li Cinêvê, destûra Sûriya pêşerojê, xwestekên ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşneriya li ser destûra Sûriyê.

CIVÎNÊN CINÊVÊ NAKEVIN XIZMETA BERJEWENDIYÊN GELÊ SÛRIYÊ

Çalakgera siyasî Ebîr Hesaf li ser krîza Sûriyê û civîna Cinêvê axivî wiha got: "Di gera 9’an a civîna Cinêvê de, tu lihevkirinê çênebûn. Sedema vê yekê nebeşdariya nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê, destwerdana derve li geran di nîqaş û ferzkirina ajandeyên xwe de. Her wiha hikumeta Şamê tu projeyeke siyasî ya çareserkirinê ji muxalefetê re pêşkêş nekir."

Dr. Ebîr Hesaf wiha domand: "Gelek aliyan bi rêya nîqaşên Cinêvê hewl da daxmeya xwe ya olî û neteweyî ferz bike. Wê jî hişt ev nîqaş li ser kaxizê bimînin û li ser erdê pêk neyên."

Ciwanan jî diyar kir ku tunebûna nûnerên ciwanan di van diyalogan de û nedanîna projeya rastîn a çareserkirina siyasî li Sûriyê, hişt ku ev ger bi ser nekevin.

BEROVAJÎ HIKUMETA ŞAMÊ, MUXALFET DI CINÊVÊ DE BERBELAV BÛ

Li ser komîteya destûrê, destûrên Sûriyê yên kevn û destûra niha nîqaş hatin kirin, her wiha behsa nîqaşên li Cinêvê ji bo danîna destûra Sûriyê ya nû jî hat kirin. Girêdayê wê Dr.Ebîr Hesaf wiha gotina xwe berdewam kir: "Partiya Baasê destûra Sûriyê li gorî fikir û xizmeta partîtiyê ya teng daniye."

Bi rêya online, endamê komîteya destûrê ya Sûriyê Dorsin Îskan li ser girîngiya bendên ku ji hêla komîteya destûrê û rêveçûna rûniştinên komîteyê ve hatin nîqaşkirin, axivî û wiha got: "Nêrîn û helwesta hikumeta Şamê yek bû, lê ya muxalefetê berbelav bû."

Dorisin Îskan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Nûnerên gelê Kurd, li gorî hejmara kurdan li Sûriyê di nîqaşên komîteya destûrê de pir kêm e. Divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di komîteya destûrê de beşdar be, ji ber ku xwediyê maf e û nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dike û divê di çareya siyasî de beşdar be."

Ciwanan li ser destûra Sûriya ya pêşerojê û parastina mafên xwe nêrînên xwe parve kirin û got, divê nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî komîteya destûrê bibin û rê li pêş enerjiyên ciwanên li Sûriyê ji bo pêşerojê bê vekirin.

(fr)

ANHA