​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist

Bi sedan ciwanên şoreşger ên Helebê meşek li dijî êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Başûrê Kurdistanê û piştevaniya berxwedana gerîla ku parastina xaka Kurdistanê dikin, li dar xist.

​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Helebê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla meşek li dar xist
8 hezîran, 2021   20:04
HELEB

Ciwan li pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanan, alên PYD’ê û meşale hilgirtin.

Meş li tevahî kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gerî û li qada nêzî Parka Îstîqamê ya li taxa Eşrefiyê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz girtin. Dûvre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Xemgîn Serdem axivî û berxwedana gerîla silav kir û wiha got: "Silav ji gerîlayên qehreman û şêrên çiyayan re ku parastina azadî li eniyên şer dikin."

Serdem wiha domand: "Li çiyayên Kurdistanê êrişên xeternak bi tevahî alavên pêşketî pêk tên. Ev êriş li dijî hebûna gelê Kurd û nûkirina kamploya li dijî rêber Abdullan Ocalan e."

Serdem wiha gotina xwe berdewam kir: "Hêzên ku beşdarî komployê bûne, îro komployeke nû pêk tînin. Bi wê re em tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan dibînin û êriş zêde bûne. Niha û piştî mehekê di ser êrişan re derbas bû, PDK’ê hevkariya hikumeta Tirk a faşîst dike û şerê birakujî û îxanetê bi sponseriya hikumeta Başûrê Kurdistanê radigihîne."

Xemgîn Serdem wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ciwanan rêya şehîdên azadiyê ku di oxira pêkanîna azadî û parastina destkeftiyan de canê xwe daye, vebijartiye."

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla li hember dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QaerO1b9uvw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>